Li ser îtirazê dozger daxwaza tahliyeya 3 wekîlan kir

Li ser îtirazê dozger daxwaza tahliyeya 3 wekîlan kir

Li ser îtîraza parezeran dozger der barê parlamenterên BDP'ê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş de daxwaza taliyê kir.

Piştî parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Mustafa Balbay ji aliyê AYM'ê ve hat berdan, parêzer û dozgeran jî xwestibûn parlamenterên BDP'ê serbest bên berdan. Lê 5-6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amadê ev daxwaz red kiribû. Li ser îtîraza parêzeran dozgeran serî li 6'emin Dadgeha Cezayan dabû. Dozgeran der barê parlamenterên BDP'e Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş de daxwaza taliyê kir.

Hat zanîn ku serlêdana îtîrazê ji bo Îbrahim Ayhan û Gulser Yildirim de jî hatiye kirin û dadgehê heta niha tu bersîv nedaye.