Li ser rêya Amûdê teqîn: Şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya Amûdê teqîn: Şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya Amûdê teqîn: Şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Li derketina bajarê Amûdê li ser rêya Dirbêsiyê, dema wesayîta YPG’ê derbas dibû teqîn pêk hat. Di encama teqînê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer saet derdora 13.00’an de pêk hat. Hate ragihandin ku li derketina Amûdê, li ser rêya Dirbêsiyê dema wesayîtek YPG’ê derbas dibû, teqîn pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmê piştî teqînê jî gule li wesayîtê hatine reşandin. Di encama teqîn û gulebaranê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ji berê de li rex rê bombeyek hatiye bicîhkirin û dema wesayîta YPG’ê derbas bûye, ji dûr ve hatiye teqandin.
Hêzên YPG’ê piştî êrîşê li herêmê operasyon da destpêkirin.