Li ser rêya Cizîr-Nisêbînê bi sedan rêwî li benda alîkariyê ne
Li ser rêya Cizîr-Nisêbînê bi sedan rêwî li benda alîkariyê ne
Li ser rêya Cizîr-Nisêbînê bi sedan rêwî li benda alîkariyê ne
Li ser rêya Îpekê ya navbera navçeya Şirnex Cizîr û Navçeya Mêrdîn Nisêbînê, bi sedan rêwiyên 2 roj in ji ber berfê asê mane, li benda alîkariyê ne.
Bi sedan rêwiyên li ser rêya Cizîr û Nisêbînê, ji ber berfê asê mane û ev 2 roj in li benda alîkariyê ne. Rêwiyan dan xuyakirin dorse (qasa) TIR'an şemitîne û trafîk asê kirine. Rêwiyekî bi navê Yûsrî Atli diyar kir ku welatiyên di rê de mane, pirsgirêka birçîbûnê dijîn û ji bo vekirina rê jî ti kar nehatiye kirin. Atli got, "Di serî de Walîtî û AFAD em li hemû rayedaran geriyan, lê belê çareseriyek nehatiye dîtin. Em li benda rizgarkirina ji vê derê ne."
Ji ber berfa du roj in bê navber dibare gundên ser bi navenda Şirnexê, gund û mezrayên ser bi navçeyên Elkê û Qilabanê, rêyên Colemêrg-Şirnex, Şirnex-Dihê girtî ne. Li navenda bajarê Şirnexê berfê bi qasî metreyekê erd girt, rêyên Mîdyat-Hezex-Cizîr, Colemêrg-Şirnex, Dihê-Şirnex ji ber berfê li trafîkê hatin girtin.