Li ser rêya Cizîrê-Nisêbînê kesekê ji ber krîza dil jiyana xwe ji destda

Li ser rêya Cizîrê-Nisêbînê kesekê ji ber krîza dil jiyana xwe ji destda

Li ser rêya Îpekê ya navbera navçeya Şirnex Cizîr û Navçeya Mêrdîn Nisêbînê, bi sedan rêwiyên 2 roj in ji ber berfê asê mane, li benda alîkariyê ne, Sebrî Muhemed Derwêşê ku di xwest derbasî Başûrê kurdistanê bibe di rêde di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Mudirê Tendoristiyê yê Şirnexê Ahmed Bariş ve hatî kirin de hat destnîşan kirin ku Sebrî Mihemed Derwêşê ji ber berîna berfa zêde li ser riya Nîsêbûn û Cizîrê mayî asê, krîza dil derbas kiriye.

Bariş destnîşan kir ku piştî ji aliyê ekîbên tendoristiyê ve anîn Navenda Tendoristiyê bi hemû mudahayan jî nakarîn xilas bikin. Bariş da diyar kirin ku cenazeyê wî li navenda Tendoristiyê ye.