Li ser rêya Êlih-Bedlîsê kontrola nasnameyan tê kirin

Li ser rêya Êlih-Bedlîsê kontrola nasnameyan tê kirin

Hate ragihandin ku, li pêş lojmana polîsan ya li ser rêya Êlih-Bedlîsê polîs û tîmên tevgera taybet wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kir.

Hate diyarkirin ku, polîs û tîmên tevgera taybet li ber lojmana polîsan ya li ser rêya Êlih-Bedlîsê wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Wesayîtên ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, welatî di anîn xwar û serûbin lêdigeriyan, her wiha kontrola nasnameyan kirin. Nehate zanîn çima kontrola nasname û lêgerîn dihate kirin.

Li aliyê din jî îro bidirêjahiya rojê li ser rêya Amed-Êlihê wesayît hatin rawestandin, kontrola nasnameyan hate kirin û di wesayîtan de lêgerîn pêk dianîn.