Li ser rêya Etma-Cindirêsê pevçûn

Li ser rêya Etma-Cindirêsê pevçûn

Ji ber êrîşa komên çete ya li dijî 2 bendên kontrolê yên YPG'ê, li Cindêrisa Efrînê û bajarokê Etma yê Idlibê pevçûn derket. Hat ragihandin ku di pevçûnan de komên çete li hemberî hêzên YPG'ê windahî dane.

Li gorî agahiyên hatin  bidestxistin Îro di saet di 05.00’an de komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê/Eniya El Nûsra  êrîşî du benda kontrolê yê ku di navbera herêma Cindêrisa Efrîn û bajaroka Etma ya Idilbê de ne YPG’ê kirin. Hate gotin ku li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê pevçûn derketine. Hate zanîn ku di pevçûnan de kuştî û birîdarên êrîşkaran çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Çavkaniyên YPG’ê hate zanîn wendayî wan çênebûne.

Pevçûn li ser rêya di navbera Etma û Cindêris hîn didomin.

Li aliyê din jî şevê din li başûrê gundê Çafa ya Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê/El-Nusra cih bi cih didomin.

Li derdora gundên Sûsik û Kendal a Girê Spî (Til Ebyedê) şevê din cih bi cih pevçûnên demî di navbera hêzên YPG’ê û komên DAIŞ’ê qewimîne.

Hate ragihandin li derdora gundên Girhok û Yûsifiyê  ê Çilaxa û Mihemed Diyab ê Tirbespiyê jî cih bi cih pevçûn didomin.