Li ser rêya Helebê gora serhildêrekî...
Li ser rêya Helebê gora serhildêrekî...
Li ser rêya Helebê gora serhildêrekî...
Riya min ket ser rêya goristana li gundê Meşal ê Efrînê, lingên min ez birim ser gorra mezineke Kurd a ku di Goristnaa Şêx Henan de ye. Li aliyekê keyfxweşiya min a ji serdana gorra Nûrî Dêrsimê hebû, li aliyeke din jî ez êşa heta niya peydanekirina rêberên serhildanan û bapîrên me dijîm.
Li her cihê ku ez çûme, bê rawestan ez li şopên wan geriyam. Beyi ku bêjim berf, bahoz, bager, berf, bêyi ku bêjim baran û herî, bêyi ku bêjim reş û taritiya şevan ez bê navber li goristanên wan geriyam. Weke li Amedê Şêx Seîd, li Dêrsimê Reyit Riza... Min temenê xwe di vê rêyê de borand û ez ê biborînim. Ji ber ku ew bîra min a serhildanê ne, kokên min ên xwe berdana binê axê û bêrîkirinên zarokên xweşik in. Piştî bi salan, em jî li wan çiyayan li ser şopa wan meşiyan. Ez jî bi salan li ser van şûnpêyan meşiyam. Ne çiyayên ku em lê nemeşiyan, ne şîvereyên em li ser nemeşiyan, ne jî avên ku me xwe lê neda nemane. Gava ez biçûk bûm bapîrê min ji min re gotibû ‘baş li van çiyayan binêre, tu min nebînî, tu dê şûnpêyên min bibînî’. Ez jî bê rawestand li ser wan şûnpêyan meşiyam. Çiyayên me yên ne bûn. Rê rêyên me bûn. Av avên me bûn. Ji ber ku ji wan ji bo me weke diyariyekê mabûn, ew rê û rêbar, çem û kanî. Lê me tenê gorrên wan nedizanî.
DI GORISTANA MEŞALÊ DE GORRA MEZINEK Ê KURDAN
Ji ber ku dijminê me ji gorrên wan jî ditirsiyan, ew li cihek ku kesek nezane veşartine.
Min heta îro got belkî ez gorra wan bibînim, ez bê rawestan geriyam, meşiyam û min rêya xwe domand. Di vê rêwîtiyê de rêya min ket ser goristana gundê Meşal a li ser rêya Heleb û Efrînê. Lingên min ez birim ser gorra mezineke Kurd a ku di Goristnaa Şêx Henan de ye. Di carekê de min meyzand ku ez li ser gora bapîrê xwe Nûrî Dêrsimî me. Dilê min tije bû. Dikir ku bifûre. Kelagirî kete qirika min.
LI ÇOLÊ ÇIYA JIYA
Nûrî Dêrsimî ji bo serhindaneke din meşiyabû. Pêşî li Koçgiriyê serî hilda, piştre çûbû Dêrsimê li ba Pîrê min Seyid Riza li Mûnzûran, çiyayên Kirmizi, Karsînîk, Heyderan, Harçik, Kutudere û Alîbogazê li dijî dijminan şer kiribû. Ketibû nava şer. Piştî serhildan li rastî xiyanetê hat û hate tepisandin, berê xwe dabû çolên li Binxetê. Bi kesên ku piştî serhildana Şêx Seîd reviyan re hatin cem hev, bi wan re li van çolan dest bi jiyanê kirin. Di dema ku li vir bû de her tim ji bo rojek din vegere û li wan çiyayan şer bike têkoşiya. Ji ber wê jî her tim li ser rêya Efrîn û Helebê jiyana xwe domand. Li vir jiyanek ji xwe re ava kir. Jixwe jiyana wî ya li vir ne jiyaneke şexsî bû. Li vir jî têkoşîna xwe ya kurdewariyê domandiye û di nava partiyên li vir hatin avakirin de di têkiliyan de bû, herî zêde têkiliya xwe bi partiyên ku dê li Bakûrê Kurdistanê têkoşîna xwe xurt bikirina re xurt kir û bi awayeke çalak destek dikir.
WESIYETA WÎ NEHATE BICIHANÎN
Nûrî Dêrsimiyê ku jiyana wî bi serhildanan derbas bû, li ser rêya Helebê tevî hevsera xwe Ferîde Dêrsimî, Elî Xezoglu, biraziyê wî Mustafa Dêrsimî radizên. Beriya ku Nûrî Dêrsimî bimire, li goristanê bi derfetên xwe cihek ji xwe re veqetandiye û amade kiriye. Lê wesiyeta wî ew bû ku li hema cihek ê xaka Bakûrê Kurdistanê were veşartin, lê heta ew roja ku miribû li Bakûrê Kurdistanê tu pêşketinek ji bo Kurdna çênebibû. 22’yê tebaxa 1973’yê mir û li goristana Henan a li gundê Meşalê hate veşartin. Ne tenê ez hatibûm serdana goristana Nûrî Dêrsimî. Min gelek kes li ser gorra wî dît. Gelek kesên din ên ku bîra wan serhildanan hebûn, hatibûn ser gorrê. Dilê min ê xemgîn, çavên min ên tije, kêliyekê li ser gorrê rawestiyam. Min li çep û rastê meyzand.
LI SER KEVIRÊ GORÊ ROJÊN BIHARÊ HATIBÛ NIVÎSANDIN...
Li ser gorra Nûrî Dêrsimî hevokên ku hatibûn nivîsandin, nîşan dida bê çiqas dilsozê doza Kurd û Kurdistanê yê ye:
Dilbirinê Welat
Li Ser Wê Rêya Dijwar
Min ji kir pir Hawar
Da Ji Bo We Rojek
Düunya bibe gulbehar...
Li aliyekê keyfxweşiya min a ji serdana gorra Nûrî Dêrsimê hebû, li aliyeke din jî ez êşa heta niya peydanekirina rêberên serhildanan û bapîrên me dijîm.
JI GORRA SERHILDÊR BER BI GORRA XAYINAN VE
Kesê ku ez birim ser gorra Nûrî Dêrsimî, destê min girt û ez birim ser gorreke din, û got: “Û ev jî gora Reşîdê Kor e.” Û piştre dest bi vegotina çîrka Reşîdê Kor kir.
Reşîdê Kor, di dema serhildana Şêx Seîd de, ji wî hate xwestin ku pira Haşarkê ya ji aliyê Almanan ve hatibû çêkirin hilweşîne û nehêle Frensî ji bo çewisandina serhildanê alîkarî bişînin. Lê piştî ku Frensiyan tenekeyek zêr dane wî, pirê hilneweşand. Şêx Seîd bi xwe xwestibû vê pirê hilweşîne. Lê pir ji bo desteka lojîstîk a Frensiyan a ji bo çewisandina serhildana Kurdan vekirî ma. Ji ber vê jî Reşîdê Kor li herêmê weke xayin tê binavkirin û piştre li Şiyê jiyana xwe domandiye. Ji ber vê xiyaneta wî gelê herêmê êdî silavê jî nedidan wî. Reşîdê Kor piştî 20 salan bi xiyanetê re jiya û mir.
‘NEVIYÊ REŞÎDÊ KOR BÛ YEKEM ŞEHÎD EFRÎNÊ’
Piştî bi salan, tevgera azadiya Kurdistanê hate avakirin, li gel destpêkirina têkoşînê neviyê Reşîdê Korê bi xiyanetê re dijiya, Mustafa Şêx Îsmaîl tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurd bû. Mustefa got: “Bapîrê min bi tenekeyek zêr xiyanet kir, welatê me, axa me û dîroka me firot. Ez jî weke wî ez ê tenekeyek xwîna xwe birijînim û ji bo azadkirina vê axê tevlî gerîlayan dibim” û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Sala 1988’ê tevlî nava refên gerîlayan bû. Ew bi navê xwe têkoşiya. Dîrok nivîsand. Cihê xwe di dîrokê de girt, li ser rêya bapîrê xwe yê rast Nûrî Dêrsimiyan meşiya. Gora Mustefa hema deh deqe dûrî gora bapîrê wî yê xayin, li goristana Metînayê ye.
Welatê min wiha ye, li ser axa xwe em li gorrên bapîrên xwe yên serhildêr digerin. Gava mirov diçe ser gora bapîrek xwe yê serhildêr, li nêzî wî gorrek din a xaniyekî... Heman ling mirov dibe ser gorra neviyên xaniyanan, yên ku bi xwîna xwe dîrokê li ser vê axê nivîsandine.
Belê, niha li Helebê li ser gorrisana serhildêrekî me. Li aliyekê Bihar û li aliyekê rojên şoreşê, bîra min a serhildanê û lingên min, ez birim ser gorra bapîrên min ên ku bi salane li pey şopa wan im. Piştî demek ser gorrê mam, ji wir veqetiyam. Dibêjin ku hin kesên ji malbata wî niha li Helebê dijîn. Niha jî li pey şopa wan im. Kî dizane, dibe ku belkî em bi vî awayî xwe bigihînin gorrên Şêx Seîd û Seyid Riza jî.
Min du hesirên çavan rijand û ez ji ser gorra serhildêrê Kurd Nûrî Dêrsimî veqetiyam. Yek rondika hezkirinê ya din jî ya xemgîniyê....