Li ser rêya Wan-Elezîzê pêkanînên mîna OHAL'ê

Li ser rêya Wan-Elezîzê pêkanînên mîna OHAL'ê

Li ser rêya Wan-Elezîzê kontrolên di bin navê 'lêgerîna narkotîkê' de tên kirin, di asta pêkanînên dema Rewşa Awarte (OHAL de ne. Rêwiyên ku bi saetan tên sekinandin rastî heqaretê tên. Polîs pirsa 'hûn ê çend rojan li cihê biçin bimînin' jî li welatiyan dikin.

Li Bakurê Kurdistanê yek ji pêkanînê ku herî zêde rastî nerazîbûna gel tê kontrolên li ser rê ne. Ev kontrol di rojên dawî de ji nû ve zêde bûn. Piştî ku Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer di bin navê kontrola rê de hat rawestandin û rastî êrîşê hat, kontrolên rê hatin rakirin, lê belê ji nû ve hatin zêdekirin.

Di otobusên ji Wanê diçin bajarên Rojavayî de, di navbera Wan û Elezîzê de li nêzî Balaban, Solxan, Çewlik û Elezîzê li 4 nuqteyên cuda lêgerînên rê tên kirin. Ev kontrolên rê yên ji aliyê jenderme û polîsan ve tên kirin bi bahaneya 'lêgerîna narkotîkê' tên kirin. Di lêgerînên ku mirov bi saetan lê tên rawestandin de polîs û jenderme heqaretên giran dikin. Polîs kûçikên xwe dixin hundirê otobusê û lêgerînê dikin. Rêwiyên ku nerazîbûnê nîşanî vê didin, rastî heqaretên jenderme û polîsan tên. Polîs di otobusê de lêpirsînê dikin û heta pirsên 'hûn ê biçin ku, çiqasî bimînin' li welatiyan dikin.

LI RÊWIYÊ ÎXTIYAR HEQARET, LI POLÎSÊ TEQAWÎT Ê LI DIJ DERKET HIŞYARÎ

Erkan Togûç ê bi otobusê ji Wanê diçû Stenbolê, heqaret û gefên ew lê rast hat ji ANF'ê re vegot:

"Di rêwîtiya 4 saetan de 4 caran lêgerîn kirin. Rewşa ne baş a rê û germahiya zêde, ji xwe rêwîtiyê zehmet dikin. Kontrolên rê yên li vê rewşê zêde dibin, îşkence ye. Ji Wanê heta Elezîzê em li 4 nuqteyan rawestandin û nêzî 5 saetan lêgerîn kirin. Dema em di hundirê otobusê de bûn, bi kûçikan ketin hundir. Apekî îxtiyar got, 'Şerm e, guneh e. Hûn çima kûçikan berdidin hundir' polîsan heqaret lê kirin. Polîsekî teqawît ê di hundirê otobusê de jî êdî nekarîbû xwe li rewşê rabigire û got, 'Hûn nikarin min ji wesayîtê peya bikin. Tiştên hûn dikin li dijî qanûnan e. Hûn tehdê li mirovan dikin. Em ji sê bajaran derbas bûn, we 4 caran lêgerîn kirin. Ji ber we ez ê serî rakim.' Polîs jî li hemberî polîsê teqawît hêrs bû û got, "Hûn jî dema dixebitîn we ev dikirin. Dema hûn bi vî rengî bike, gelê jî heman helwestê nîşan bide. We 30 salan polîstî kirine lê belê girîngiya wezîfeya dewletê fêm nekirine' û polîsê teqawî hişyar kir."

"TU DIÇE KU DERÊ, TU YÊ ÇEND ROJAN BIMÎNE?"

Togûç diyar kir ku di vê pêvajoya aştiyê de ji nû ve rûdana pêkanînên dema OHAL'ê bûyereke ji rêzê nîne û got, "Yek ji polîsan pirsî ku ez ê bi ku ve biçim. Dema min got Antalya, ji min pirsî ku ez ê çiqasî bimînim. Min jî jê re got ev te eleqedar nake, li ser vê yekê ez ji otousê peya kir û saetekê li ser piyan sekinand. Ez rastî pêkanînên nebaş hatim, mafên min ê gerê hat astengkirin. Der barê mijarê de ez ê gilî bikim."