Li ser 'Ritamê' îşkence
Li ser 'Ritamê' îşkence
Li ser 'Ritamê' îşkence
ÎHD'ê, der heqê Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê raporek amadekir. Di raporêde hate diyar kirin ku li girtîgehê kirinên dij mirovahî tê jiyandin û ev tespît hatin kirin; "Hîn nûçe û Nivîsên Azadiya Welat û Ozgur Gundem tê birîn, dema sewqê nexweşxanê têkirin rastî bi zora lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin, bi sedemên beletewş re bi menzela (odeya)taybet a bi sunger gefliwan têxwarin.
Şaxa ÎHD’a Balikesîrê, derheqê binpêkirina mafên girtiyên Girtîgeha tîpa L ya Kepsûta Balikesîrê raporek amadekir. Di raporêde hate destnîşan kirin ku li şûna ku 4 girtî li koxuşek 7 kes hatiye bicihkirin, şert û mercên fizîkî bi xwe biye mîna işkenceyê. Di raporêde hate dest nîşan kirin ku li Girtîgeha Kepsûtê binpêkirina mafan û şikestina rûmeta mirovahiyê bi tehdît kirina menzela taybet ya bi sunger berdewam dike, ev menzelên heyî veguherîne işkencexaneyan.
Dîsa di raporê de hate îdîakirin ku; girtin û bikaranîna hebên tiryakê ji hêla rêveberiya Girtîgehêve tê pêştgoh kirin û ev hebên tiryakê ji hêla bijîşkên girtîgehê ve bi reçete tên nivîsandin. Di zifistana sar û seqemde qalorîfer gor keyfî tên vêxistin û di rôjên sarde nayên vêxistin, serşo lavabo û mûslixên li hûcreyîn girtîgehan nayên temîr kirin û bi giştî ji bo serşuştinê tevî 5 seet tenê av tên ji wir û şûnde tê qutkirin. 21 kesên li Koxûşa C3 dimînin 10 deqe tenê ava germ didin dûre qut dikin.
Hate diyarkirin ku Xwarinên ku li Girtîgehê tê belav kirin hemî bi rûne ji ber wê sedemê girtî bi nexweşiyên tendurîstîve rû bi rû dimînin. Hîn nûçe û Nivîsên Azadiya Welat û Ozgur Gundem tê birîn, dema sewqê nexweşxanê têkirin rastî bi zora lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin. Di raporêde bin pêkirina mafan wuha berdewam kir; Çarşef, lixêf û balîfên heyê hemî nedaw digrin lê ji derve girtina wan tê astengkirin û hem aşofmanê wan nadin wan hem jî cilên li xwekirinê bi 2 cilan tê sînor kirin. Mafê telefomê tê îhlal kirin, Personelên Girtîgehê li Girtiyên koxûşên B û C dimîne muameleya xirab bi wan dikin.
Disa di raporêde hate destnîşan kirin ku Girtîgeh li ser ‘ritamê’hatiye ava kirin ji ber wî sedemê girtîyên girtîgeha Kepsûtê nexweşiyên tendurîstî dijîn ji ber wê sedemê lazime girtîgeh li cihê heye bi rakirin li cîhek ne ritam bê avakirin.