Li ser sînor kemîn: 2 hemwelatiyên Kurd birîndar bûn

Li ser sînor kemîn: 2 hemwelatiyên Kurd birîndar bûn

Li ser sînorê dikeve navbera Gever û Rojhilatê Kurdistanê de leşkerên Îranê kemîn li ber kasibkaran danîn û 2 kasibkar birîn dar kirin.

Roja 28’ê Tebaxê danê êvarê li Tilgevera girêdayî bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê dema ku 2 gundiyan xwestin di tengava Sîseyê re derbaz bin, ketin kemîna leşkerên Îranê. Kesên ku birîndar bun navê wan bi vî awayî ne; Arman Avaz û Asker Muhemmed in.

Hêjayî gotinê ye ku di 23’ê Tebaxê de jî leşkerên Îranê êrîşê ser gundiyên ku kasibkartiyê dikirin kiribun û di encamêde kesê binavê Ahmed Selamet û Riza Peyane birîndar bibûn û gelek sewalên gundiyan jî telef bibun.