Li ser sînor şev û roj nobed tê girtin

Li ser sînor şev û roj nobed tê girtin

Berxwedana gel a li ser sînorê Pirsûs û Kobanê ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê destpê kir, dewam dike. Girseyên gel ku bi roj zincîra ji mirovan li ser sînor çêdikin, bi roj jî kontrolan zêdetir dikin.

Berxwedana gel a li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Girseyên gel ên li rojavayê Pirsûsê di navbera gundên Swêdê û Boydê, li aliyê ojhilat jî di navbera gundên Elîzêr, Qop û Bidhê ev du roj in li ser sînor berxwedana xwe dewam dikin. Welatiyên ji Sêrt, Wan û Erzîromê hatin ku li gundên Boydê û Swêdê nobedê digirin, bi şev li hemberî derbasbûneke gengaz a çeteyan kontrolên xwe zêde dikin. Li gelek nuqteyên herêmê nobedar hatin bichkirin û wesayîtên di rê de derbas dibin yek bi yek ji aliyê nobedaran ve tên kontrolkirin. Di nobeda ku saetê carekê tê guhertin de, liv û tevgera leşkeriyê jî ji nêz ve tê şopandin.

Li gundê Kosik ê li pêşberî gundê Elîzêr ê li rojhilatê Kobanê ye jî, tevahiya şevê dengê şer hat bihîstin.  Bi sedan kesî heta ber destê sibê nobed girtin. Lêgerîn û kontrolên rê yên li nuqteyên kontrolê yên asayîşê tên kirin, dewam dikin.

Li aliyê din bi hezaran kesên duh ji Stenbolê ketin ser rê, li gundê Bidhê hatin bicihkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi flamayên xwe yên li qadê çikandin destnîşan kirin ku ew jî di berxwedanê de hene. Li gundê Dêwşanê jî ciwan bi motorsîkletan li ser xeta sînor li dewriyê geriyan. Li gundê Qopê jî ber destê sibehê 2 maşînên zirxî hatin ber devê gund û li herêmê sekinîn. Piştre maşînên leşkerî ji herêmê çûn qada ser sînor.

Di nobeda ji aliyê bi hezaran kesî ve bênavber dewam kir de li 5 gundan bi civînên li ser nirxandina pêvajoyê û hunera dengbêjan tevahiya şevê dewam kir.