Li ser sînorê Bakûr û Rojava teqîn: 2 mirî, 2 birîndar
Li ser sînorê Bakûr û Rojava teqîn: 2 mirî, 2 birîndar
Li ser sînorê Bakûr û Rojava teqîn: 2 mirî, 2 birîndar
Li ser xeta sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê du welatiyên ku xwestin ji Dirbesiyê biçin Bakûrê Kurdistnaê pê li mayina artêşa Tirk kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha du kesên din jî li ser sînor pê li mayinê kirin û birîndar bûn.
Duh li Dirbêsiya Rrojavayê Kurdistanê welatiyên bi navê Ebdilbaqî Hisên û Alan Îbrehîm, yên bi armanca kirîna madeyên xwarinê ji bo mala xwe, ji Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabûn Dirbêsiya Bakurê Kurdistanê, pê li mayineke mayinên artêşa Tirk kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha di teqîna ku nêzî sînorê pêk hat de 2 welatiyên ku navê wan nehat zanîn jî birîndar bûn.
Cenazeyê Alan Îbrehîm artêşa Tirk bir û ya Ebdilbaqî mirovên wî yên li Bakurê Kurdistanê wergirtin.