Hat ragihandin ku di encama pevçûna li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê rû da de 5 leşkerên Azerî hatin kuştin. Balkêş e ku di deme wiha de Wezîra Derve ya DYA’yê li Êrîvanê ye û Fermandarê Hêzên Bejahî yên Tirk Hayrî Kirvikoglû jî li Bakuyê ye.
Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand ku di encama êrîşa leşkerên Ermenî ya li gundê Eskîpara Jêrîn a li herêma Gazehê de 4 leşkerên Azerî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
SARKISYAN HIŞYAR KIRIBÛ
Rojek berê jî, sê leşkerên Ermenîstanê li nêzî Karabaxa Jorîn ji aliyê leşkerên Azerî ve hatibûn kuştin. Ev herêm ji hilweşîna Sovyetê ve di bin kontrola Ermenîstanê de ye.
Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan di dawiya meha nîsanê de Azerbaycanê hişyar kiribû û diyar kiribû ku ew ê li hemberî artêşa Azerbaycanê bertek guncaw nîşan bidin.
CLINTON LI ÊRÎVANÊ YE
Di dema qewimîna van bûyer û pevçûnan de Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton hat serdana Êrîvanê û Fermandarê Hêzên Bejahî yên Tirk Hayrî Kirvikoglû jî li Bakuyê ye. Clinton beriya serdana Êrîvanê çûbû serdana Bakuyê û diyar kiribû ku ew ji aloziya di navbera her du welatan de bi fikar in.
KIVRIKOGLÛ LI BAKUYÊ YE
Serdana Clinton berdewam dike. Li aliyeke din jî îro Fermandarê Hêzên Bejahî yên Artêşa Tirk Hayri Kivrikoglu çû serdana Azerbaycanê. Li gorî nûçeya APA’yê, serdan li ser vexwendina Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê pêk hatiye. Di rojeva wan de hevkariya çekdarî ya di navbera Tirkan û Azeriyan de heye.
Baku û Êrîvanê di sala 1994 de agirbest îmze kiribûn. Lê her du welatan her du welat her tim dibin sedema aloziya li başûrê Kafkasyayê. Her du welat jî li ser statuya Karabaga Jor li hev nakin. Ev herêm ji bo Îran, Rûsya û Tirkiyeyê jî pir girîng e.