Li ser sînorê Kobanê zincîra ji hezaran mirovî

Li ser sînorê Kobanê zincîra ji hezaran mirovî

Li dijî êrîşên DAIŞ'ê bi armanca xwedîderketina li Kobanê, bi hezaran kesên li ser sînor in zincîra ji mirovan a 3 kîlometre dirêj, ava kirin.

Bi hezaran kesên bi şev li gundê Elîzêr ê li rojhilatê navçeya Riha Pirsûsê man, ber destê vê sibehê, nêzî 3 kîlometre seranserê sînor, zincîra ji mirovan ava kirin.

Girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG" diqîre.

Li aliyê din, tê payîn ku girseya gel a bi 21 otobusan ji Stenbolê hat îro vegere. Ji Rêveberên DBP'ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul danê sibê daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser daxwaza girseya ji Stenbolê hatî, ew ê çalakiya nobedê ya îro dewam bikin.