Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ji bo dîwar qalibên beton hatin bicihkirin
Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ji bo dîwar qalibên beton hatin bicihkirin
Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ji bo dîwar qalibên beton hatin bicihkirin
Hikûmeta AKP, ji bo di navbera Nisêbîn-Qamişlo de dîwar lê bike, ket nava tevgerê. Piştî xebatên kolandinê yên duh, îro jî qalibên beton hatin bicihkirin. Şaredara BDP'yî Ayşe Gokkan a xwest pêşî li lêkirina dîwar bigire, li erdê mayinkirî ji mirinê filitî.
Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di bin navê "pêşîgirtina li qeçaxçitiyê" dîwar tê lêkirin.
Xebatên kolandinê duh di encama hewldanên Şaredariya Nisêbînê de hatibû rawestandin. Lê belê ji îro danê sibê û pê ve, li cihê hat kolandin qalibên beton hatin bicihkirin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên hin saziyan hatin cihê bûyerê û li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan.
Şaredara Nisêbînê Gokkan ber bi nuqteya dîwar lê tê çêkirin meşiya û rastî heqaret û helwesta neyînî ya leşkeran hat. Gokkahn li erdê mayinkirî ji mirinê filîtî. Balkêş e, tevî ku dihat zanîn Gokkan ber bi qada mayinkirî ve diçe, leşkeran ew hişyar nekirin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz da xuyakirin ku ewê destûrê nedin dîwarê şermê û destnîşan kir ku ji bûyerên rû bidin dê Hikûmeta AKP'ê berpirsyar be.