Hate diyarkirin ku dê leşkerên Alman bataryayên fuzeyên patroit li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bi cih bikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên Enqereyê gihiştin ber destê di çarçoveya îtîfaqa NATOyê de dê fuzeyên PAC-3 yên weke fuzeyên Patriot tên zanîn li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê bêne bicihkirin. Heta niha nehat zanîn ka dê ev bataryayên Alman li kû dera sînor bêne bicihkirin. Lê tê payin ku di rojên pêş de leşkerên Alman bigihin Tirkiyeyê.
Ev fuzeyên Patriot dikarin li hemberî balefir û roketan bên bikaranîn. Ji endamên NATOyê modeka pêşketî ya van fuzeyan PAC-3 tenê di destê DYA, Almanya û Holandayê de peyda dibin. Ev fuze dikarin ji 5 caran bi qasî leza deng bi leztir biçin. Menzîla wan 60 km ye.