Li ser wargeha Mexmûrê enbargoya erzaq

Li ser wargeha Mexmûrê enbargoya erzaq

Ev nêzî 5 mehan e alîkariya zexîre ya ku NY dide wargeha wenaberan a Mexmûrê hatiye qûtkirin. Meclîsa Gel a Demokratîk a Şehîd Rustem (Mexmûr) da zanîn ku ev yek li ser daxwaza dewleta Tirk tê kirin û bi vî awayî dewleta Tirk dixwaze gelê penaber bi zextan re rû bi rû bihêle. Meclîsê diyar kir ku berprisê vê yekê NY, hukûmeta Iraq û hukûmeta Başûrê Kurdistanê ye û banga bihîstiyariyê li raya giştî kir.

Daxuyaniya ku li rastî eleqeyek xurt a çapemeniya Başûrê Kurdistanê û biyanî hat ji aliyê Serokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hate dayin. Kara beriya xwendina daxuyaniyê axaftinek kurt kir û diyar kir ku ger daxwazên wan li ber çavan neyê girtin û ev embargoya li ser wargehê ranebe, dê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Kara di daxuyaniyê de bal kişand ser ku têkoşîna Azadiya Kurdistan de di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got: “Gelê Kurd di pêşengiya Rêber Apo de ji zû ve ketiye merheleya ku pergala xwe ya demokratîk-xweser ava bike. Lê belê, li hemberî vê, konsepta tesfiyekirinê ya navneteweyî, bi armanca ku xeta demokratîk a gelan ji holê rake, di dewreyê de ye. Li ser vî esasî, li hemberî gelê Kurd li Tirkiyeyê operasyonên girtinê bi armanca qirkirina siyasî ku tên pêşxistin; li Ewrûpayê jî berdewam dikin, qetlîama li Parîsê û dîsa di asta navneteweyî de li dijî nasnameya Kurd helwest û kiryar ku tên pêşxistin wesfa tesfiyekirinê nîşan dide. Bi van kiryar û pêkanînan, di mudaxelekirina li ser Rojhilata Navîn û di avakirina pergalê de hewl didin gelê Kurd bi vîn û îradeya xwe têde cih negire, li ser gelê me teslîmiyet û hevkarî tê ferzkirin. Pratîkkirina vê konseptê li her qadan bi pêkanînên zext û şîddetê xwe dide xuyakirin.”

20 SAL IN LI RASTÎ ZEXTA TÊ

Kara diyar kir ku gelê wargehê ev 20 sal in ji ber zext û zordariyê dest ji xaka xwe berda û di vê pêvajoya penabertiyê de weke cihê 8’emîn li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) dijî, rastî zextan tê û wiha domand: “Di 28’ê mijdara 2012’an de li Hewlêr wek mekanîzmayeke çarmend ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, (DYA), Iraq, Tirkiye û Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistan pêk dihat, civînek li dar xistin û di wê civînê de tê zanîn ku der barê wargeha me de hin nîqaş û nirxandin bi rê ve birine. Em dixwazin bidin xuyakirin ku hukûmeta Tirkiyeyê bi armanca tesfiyekirina wargeha me, bi Iraq, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re peyman çêkiriye û di encama wê peymanê de ev hêzên ku navê wan derbas dibin bi hincetên bêbingeh zextê li ser wargeha me dikin. Daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê ku wargeha me wek hedef nîşan dida, bi awayekî aşkere armanca tasfiyekirinê ne. Di vê pêvajoya ku çareserkirina pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de hîn jî ku ji polîtîkayên ewlekariyê hêvî têne kirin, me pirr zêde dixe nav gumanan. “

Kara diyar kir ku nêzî pênc meh in, erzaq nadin wargehê, hincetên teknîkî û yên bêbingeh tên nîşandan û got: “Lê belê di rastiyê de li ser wargehê ambargo tê meşandin. Dîsa dayîna nasnameyan ku di encama israr û ferzkirina Neteweyên Yekbûyî de ku hat qebûlkirin, salek û nîveke pirr giran tê destgirtin û di demên dawî de bi hincetên “Murekkep nîn e” dayîna nasnameyan hatiye rawestandin.” Û ev agahî da: “ 3000 hezar nasname nehatine belavkirin. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, bi Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Iraq û Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re gelek caran hevdîtin çêbûne; lê belê encam nehatine wergirtin. Hukûmeta Navendî ya Iraqê û Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) seresere nêzîk bûne û polîtîkayeke taloqkirinê şopandine. Dîsa Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ku alîkariyeke cuzî dida malbatên xizan û yên xizmetê dikin, qut kiriye û ev jî weke encama vê polîtîkayê tê dîtin. Ji wan pêkanînên li hemberî wargehê ku di wesfa ambargoyê de ye, Neteweyên Yekbûyî, Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Hukûmeta Iraqê û Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê berpirsiyar in. Di çarçoveya daxwaza dewleta Tirk de tê xwestin bi vê rêbazê gelê me yê penaber di bin zextan de were hiştin.”

TENÊ LI SER GELÊ WARGEHÊ QUT KIRINE

Kara got: “Hukûmeta Iraqê ku ne bi awayekî giştî li ser gelê Iraqê, ango tenê li ser gelê wargehê erzaq qut kiriye, helbet wek pêkanîneke bi zanebûn tê dîtin. Em dixwazin Hukûmeta Iraqê dest ji vê polîtîka û pêkanînê berde û mafên me bide me. Wargeha me ku di bin ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de li hemberî kiryar û pêkanînên neheq û ne di cih de, em bang dikin ku divê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî UNHCR hişyar be, nebe destikê polîtîkayên qirêj, berpirsiyartiyên xwe yên li hemberî mirovan binê cih, û li wezîfeya xwe ya parastina gelê me xwedî derkeve. Dîsa em bang dikin ku Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistan dest ji polîtîkayên sergirtî û veşartî berde, di nav vê mekanîzmayê de cih negire û li berpirsiyariyên xwe yên neteweyî xwedî derkeve.”

Kara herî dawî ev bang kir: “Em dixwazin tevayî gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk li hemberî wan kiryar û pêkanînan bêdeng nemîne, hişyar be û dengê xwe bilind bike. Divê polîtîkayên qirêj ên mekanîzmaya çarmend ên li hemberî wargeha me werin aşkerekirin.

Eger ev hêzên ku navê wan derbas dibe, dest ji van polîtîkayan berdin û ambargoya li hemberî gelê me pêş dixin, rakin, wê ji bo pêvajoyê weke nîşaneya samîmiyetê were xuyakirin. Erzaq, fonên alîkariyê yên însanî û nasnameya me, wek mafên me yên xwezayî divê bidin gelê me. Berevajî wê helwesta me ya li hemberî hêzên ku tesfiyekirinê plan dikin tê zanîn. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ku xwedî dîrokeke berxwedêr a bi rûmet e, wê li hemberî van polîtîkayan serî netewîne û helwesta xwe ya berxwedêr li hemberî her cure kiryar û pêkanînan bi awayekî bi heybet nîşan bide.”