Li ser xaka Şoreşê 20 roj

Li ser xaka Şoreşê 20 roj

Li dû Kantona Efrînê ya Rojava ku di Îlona par de çûm wir, niha jî li herêmeke din a şoreşê me; Kantona Cizîrê.

Cizîr kantona herî mezin a sê kantonên Rojava ye. ji bajarên Dêrika Hemko, Tirbespiyê, Girkê Legê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Hesekê pêk tê.

Nifûsa herêmê bi qasî 2 mîlyon e. Lê belê ji ber komkujiya li Şengalê û şerê li bajarên din ên Sûriyeyê dewam dike, nifûsa vir her tim diguhere.

Ji ber zêdehiya şêniyên xwe û çavkaniyên xwe yên dewlemend Cizîr, herêma herî girîng û dilê Rojava ye. Eger mirov ji her alî ve ji bo Cizîrê bêjin Rojava ye, wê ne şaş be. Hemû bajarên li herêmê, li gorî sîstema rêveberiya li Sûriyeyê bi wîlayeta Hesekê ve girêdayî ye.

Petrola li Rimêlan a Cizîrê, ji tevahiya petrolên li herêmê zêdetir e. Hema bêje bi Kerkûkê re xwedî heman potansiyelê ye. Ev herêm bi parzûngehên ku hin jê dixebitin, hin jê rawestiyane, dagirtî ye. Ewrên reş ên li ser herêmê digerin, diyare yek ji pirsgirêkên sereke yên ekolojîk e ku şoreş wê piştî şer pê re mijûl bibe.

Li gel petrolê, herêma Cizîrê tê wateya temamiya zîreeta Sûriyeyê. Deşt û beriyên vê herêmê bê dawî ne. Lê belê çavkaniyên avê kêm in; çavkaniya bingehîn a avê; ava binê erdê ye. Ava li ser rûyê erdê bi qasî ku tineye, kêm e. Mirov hesretî çemekî ne!

Mîna ku hevalekî/e min ê rojnamevan ê çiyê baş nas dike û ji çiyê piştrast e dibêje, "Xwezî li vir çiyayek hebûya."

Li pêşberî navçeya Mêrdîn Nisêbînê, navenda Cizîrê bajarê Qamişlo dixuye.

Qamişlo, navekî ku beriya şoreşê gelek caran dihat bihîst bû; bi taybetî di Adara 2004'an de.
 
Di 12'ê Îlonê de, danê nîvro beriya maçeke futbolê ya li stadyûma Qamişlo, Erebên ji Deyr el-Zor hatin, ku diyar bû xwe amade kiribûn, êrîşî Kurdan kirin. Hêzên rejîma Esad ketin nava stadyûmê. Encama wê komkujî bû. Serhildanên li dijî vê komkujiyê destpê kirin, bi rijandina xwînê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat tepisandin.

AMBARGO Û SÎNOR

Ji navenda Nisêbînê heta Qamişloyê mirov dikarin bi peyatî 15 deqeyan biçin. Lê belê hem ji ber ambargoya dewleta Tirk hem jî ji ber ambargoya rêveberiya Başûrê Kurdistanê, çûyîn wê derê ewçend hêsan nîne. Deriyê Dirbêsiyê yê li Qoserê, bi tenê li kesên xwedî nasnameya Sûriyeyê vekirî ye. Rojnamevanbûyîna we jî pêşî li derbasbûna we venake. Di rewşeke bi vî rengî de rewşa yekane ya derbasbûnê rêya qaçax e. Bi heman rengî deriyê Sêmalka yê di bin kontrola pêşmergeyên PDK'ê de ye, bi tenê ji bo kesên dixwazin derbasî Rojava bibin, vekiriye.

Di navbera van her du bajarên ewçend nêzî hev de, têlên hatine rêsandin, kûleyên leşkeriyê yên hatine çikandin û mayînên hatine çandin...Welatek li gorî şiba trenê hatiye parçekirin. Xaka ser xetê Tirkiye, ya bin xetê jî Sûriye. Lê belê tevî ewçend dorpêçiyê û polîtîkaya dewleta Tirk a gulereşandina li her tiştê li ser sînor jî, ji bo yên dixwazin derbas bibin rêyek her tim heye!

REJÎMA ESAD RÊ LI BER HER ŞÊWEYÊN PÊŞKETINÊ GIRTIYE

Di nava bajarên Cizîrê de, Hesekê ne di nav de, tişta li kolanan balê dikşîne encamên polîtîkaya xizankirinê ya rejîma Esad e. Kolan, wesayît, dikan, tabelayên li van bajaran nîşan didin ku tuyê bêjî qey mirov li derveyî vê serdemê mane.

Rejîma Sûriyeyê ne tenê polîtîkaya bênasnamekirinê meşandiye. Bi taybetî pêşketina jiyana civakî, bazirganî û pîşeyî asteng kiriye. Rejîma Esad a ku li Efrînê destûra febrîqeyeke ji bo bikaranîna zeytûnên Efrînê jî nedaye, li Qamişloyê heman rêbaz bikar aniye.

Pêşketina pîşesaziyê li aliyekî, hatiye qedexekirin ku li cem hostayekî/e dirûtinê zêdeyî 3 kes nexebitin. Polîtîkaya birçîbûn û xizaniyê hatiye meşandin Tevî vê bênasname hiştin û polîtîkaya terbiyekirinê, gelên Rojava îro çarenûsa xwe diyar dikin.

BÊDENG Û GERMEKE DIJWAR

Qamişlo tevahiya rojê di bin germeke dijwar de ye. Zehmet e mirov xwe li vê germê rabigirin. Ji ber vê yekê dikan danê nîvro tên girtin, kolan vala ne.

Di her kêliyê de li kolanên nava bajêr, li ketin û derketina bajêr hêzên asayîşê, bi gotineke din hêzên polîsan hene.

Ya ku nîşan dide hînê şer dewam dike, ev nuqteyên asayîşê ne. Dema hûn ji van nuqteyên kontrolê yên ketin û derketina bajêr û li ber saziyên hikûmetê derbas dibin, divê hûn vebêjin ku ji bo çi hatine. Lê belê ev ne karekî zehmet e. Di demeke kurt de kar û bar diqede û gotinên "Hûn bi xêr hatine", "Oxir be" tên bilêvkirin.

Li Qamişlo û Hesekê hînê hebûna rejîmê heye. Li Qamişloyê li avahiyeke bi tabelaya post ofîs, ala dewleta Sûriyeyê xuya dike. Li qada pêşberî avahiyê peykerê Hafiz Esad ê destê xwe bilind kiriye û silav daye, heye. Li pêşiya peyker, polîsên trafîkê yên dewleta Sûriyeyê. Bi kesî re nadin û nastînin. Lê belê kişandina wêneyan xeter e. Lê belê piştî ku min wêneyê qadê kişand ez pê hesiyam ku kişandina wêneyan bi rîsk e! 

 Li Hesekê rewş hinekî cudatir e. Li ketina bajêr li dû nuqteya kontrolê ya YPG'ê, nuqteya kontrolê ya rejîmê tê. Dipirsin ka ji ku hatine û bi ku ve diçin. Kontrola bajêr bi giranî di destê YPG'ê de ye.
 
Bi kurtasî, hêzên leşkerî yên rejîmê vê gavê xwe nêzî YPG'ê nakin. YPG jî bi heman rengî. Rewşeke lihevkirinê ya nav lê nehatiye kirin, xuya dike.

AVAKIRINA ŞOREŞÊ

Li Cizîrê ne tenê şer heye. Avakirina saziyên şoreşê, afirandina kadroyan jî hene. Ev avakirin di bin siya şer û parastinê de tê kirin. Li dû ragihandina kantonan wezaret hatin avakirin, hikûmet hat damezrandin û heta roja îro 12 qanûn hatin derxistin. Pêvajoya hilbijartinê jî destpê kir.

Piraniya saziyên hikûmetê li Amûdê ne.

Bi hesasiyeteke mezin di hewl hatiye dayîn di wezaretan de temsîliyeta zayend û nasnameya neteweyî bê kirin. Wezîrek bi du alîkarên xwe re kar dike. Eger Wezîr Kurd be yek ji alîkarên wî Ereb yan jî Suryanî ye yan jî eger mêr be, yek ji alîkaran jin e. Bi vî rengî havênê siyasî û îdeolojîk ê şoreşê, tevî Kurdan gelên din ên li Rojava jî girtiye nava xwe. Vê rewşê ji xwe di Hevpeymana Civakî ya Rojava de jî xwe nîşan daye. Mînak; Kurdî, Erebî û Suryanî weke zimanên fermî hatine pênasekirin.

Li wezaretan, di dema sohbeteke ji rêzê ya rojane de jî çend ziman bi hev re tên bikaranîn. Weke Tirkeke ku zimanê min ê dayikê li dijî gelekî din di çarçoveya polîtîkaya yekkirinê de mîna navgîneke îşkenceyê hatiye bikaranîn, ev jiyana pir zimanî ji bo min cihê kêfxweşiyeke mûezzem e.

Di saziyên hikûmetê de ji bilî PYD'ê partiyên din ên siyasî û rêxistinbûyîn jî cih digirin. Qistasa di vir de, qebûlkirina hebûna Rêveberiya Xweser a Rojava ye. Hejmara partiyên ku vê qebûl nakin, gelekî kêm e. Ew jî partiyên Azadî û El Partî yên bi Barzanî/PDK'ê ve girêdayî ne.

Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Partiya Çep a Kurd, Partiya Komunîst bi tenê çend ji partiyên tevlî şoreşê bûne û di nava hikûmetê de cih digirin e. Her wiha hin siyasetmedarên beriya şoreşê serbixwe bûn jî tên temsîlkirin. 

Piştî Kurdan tê dîtin ku yên herî zêde di pêvajoya avakirinê de bi awayekî rêxistinbûyî cih digirin Suryanî ne. Suryanî bi Meclîsa Leşkerî re di nava YPG'ê de, bi Sutoroyan re di nava Asayîşê de cih digirin. Lê belê herçend Ereb di asta wezaret û hikûmetê de beşdar bûye jî, saziyên siyasî yên jinên Ereb kêm tên dîtin. Şoreşê hînê ew kefenê kevneşop ê civaka Ereb ji bo jinê destnîşan kiriye, bi têrkerî neqetandiye. Ev mijar di rojeva jinên di bin sîwana Yekîtiya Star de siyasetê dikin de, cih digire.

Li gel saziyên fermî, ji zanistî û çandê heta hiqûqê jiyana civakî, têkiliyên civakî ji nû ve tên avakirin.

Navgîna bingehîn a pergala perwerdeyê ya ji nû ve tê sererastkirin, afirandina kadroyên şoreşê ye. Li dû akademiyên ziman û hiqûqê yên bi vê armancê hatin avakirin, Akademiya Sosyolojî û Dîrokê ya Mezopotamyayê hat vekirin.

Qadeke din a ji nû ve hat sererastkirin jî; pergala hiqûqê ye. Di vê rêveberiya xweser a qanûnên nû çêdike de, bingeha edaletê, lihevanîna aliyên lihevnakin e. Bi vê armancê li her bajarî Komîteyên Lihevkirinê hatine avakirin. Di bûyerên mirin yan jî kuştinê de jî armanc ew e ku mirin di navbera her du aliyan de veneguhere tolhildanê, doza xwînê.

BUROKRASÎ NÎNE

Di nava saziyên hikûmetê de nuqteyeke din a herî zêde balê dikşîne jî, nebûna burokrasiyê ye. Tiştekî xweş e ku mirov piştre pê bihesin yê li kêleka we rûniştiye li we guhdarî dike yan jî çay tîne, serokê hikûmetê ye yan jî wezîreke.

JIN LI HER DEVERÊ HENE

Damezrînerên bingehîn ên şoreşa Rojava jin in. Ji ber ku şoreşê destpêkê jiyana jinan guherand. Kolanên ku beriya sê salan li jinan qedexe bûn, niha bi jinên di dest de çek, dagirtî ne. Jinên ku hînê duh qîmeta gotina xwe nebû, îro li çeperên şoreşê jin canê xwe feda dikin.
 
Ev yek çavkaniyeke mûezzem a guherînê ye. Lê belê hînê zû ye ku mirov bêjin vê guherînê, rolên civakî yên di nava malê de ji binî ve guherandiye. Zehmet e mirov bêjin ku jiyana jinên li derveyî siyasetê mane guhertiye. Lê belê jinên hem tevlî jiyana siyasî hem jî ya leşkerî bûne, di malên xwe de rê li ber guhertinê vekirine. Hêza çekdar û rêxistinbûyîya jinê, mêr neçarî qebûlkirina vîna jinê hiştiye. Niha dor hatiye afirandina mekanîzmayên ku vê guherînê di dema piştî şer de dewam bike.

ŞOREŞA ÎNSANÎ

Şoreşa Rojava ya di bin ambargo, dorpêçî û êrîşê de ye, hembêza xwe ji gelên Şengalê yên ji êrîşên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, vekir. Kampa Newrozê ya li bjarê Dêrikê hatiye çêkirin, heta roja îro 150 hezar mexdûrên şer vehewandiye, bersiv daye pêwîstiyên wan ên însanî. Heta niha nêzî 12 hezar kes li kampê dimînin.
 
WEZÎFEYA BINGEHÎN PARASTIN E

Ji bo parastina şoreşa Rojava şervanên jin û mêr li gelek deveran şer dikin; Cezaa, Kobanê, Hesekê û Helebê.

Berpirsyariya herî mezin a şoreşê li ser milê şervanên ciwan in. Berdêla herî giran ew didin. Ji bo rawestandina êrîşên DAIŞ'ê li Cezaa 10 şervanên jin tevlî karwanên nemiran bûn. Eger mirov li hovîtî û gefa DAIŞ'ê ya li hemberî jinê bifikirin, hingî diyare ku hemû jinên li her aliyê cîhanê, bi jiyana xwe deyndarên şervanên YPJ û YJA Starê ne.

Rêveberiya xweser şer ji bajarên Rojava dûr girt. Herêma herî bi îstiqrar û ji bo mirovan bi ewle bajarên Rojava ne. Lê ev bi hêsanî çênebû. Li Cizîrê hejmara kesên ji bo şoreşê jiyana xwe ji dest dane 700 kes derbas kirine. Bi taybet li Serêkaniyê şopên şer pir zelal xuya dikin. Şopên guleyên şerê demekê yê bi çeteyên El Nusra re xuya dikin. Li Serêkaniyê dîwarekî ku gule lê neketiye hema hema tune ye. Ne tenê xanî wesayît jî. 

YPG, ne tenê hêza parastinê ya Kurd, a Çeçen, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Asurî, Ermenî û ya tevayî gelan e. Her çiqasî piraniya wan Kurd bin jî ji tevayî gelên Rojava ciwan beşdarî nav YPG’ê dibin.  Her wiha komunîstên MLKP jî di nav YPG û YPJ’ê di parastina şoreşê de cih digirin.  Komunîstên ku di nav tabûrên şer ên bi tevger de cihdigirin tê dîtin ku bi pêwendiyên xwe yên gel û şervanan re bûne xwecihî û aîdî Rojava. 

Li Rojava hê jî şer û êrîşên çeteyên DAIŞ didomin. Ji ber Rojava li erdnîgariya Rojhilata Navîn a emperyalîstan tarî kiriye wek fenera deryayê ya tevayî gelan ronî dike hebûna xwe diomîne.

Fenera deryayê ji bo deryavanên di avên tarî û firtone de rêya xwe winda dikin, simîda rizgarkirinê ye. Aşkera ye; Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn a mirin, birçîbûn, xiznî û sirgûn li ser wan tê ferzkirin rizgarî ye. 

Sibe: Pergala Rojava ya edaletê