Li ser xeta sînor a Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Li ser xeta sînor a Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Li navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê serê sibê tevgera helîkopteran zêde pêk tê.
Li navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê tevgera heron û helîkopteran bi awayekî zêde berdewam dike. Şevê din heya serê sibê li navçeyên Gever û Şemîzana û bajaroka Rûbarokê tevgera heronan pêk hat. Balefirên keşîfê bi taybet li herêmên Rûbarok, derdorên Xakurkê, Avaşin, Basyan, Dostkî, Oremar,Bezelê, Girtê Konserve, Gewerûk û Çarçelan pêk anîn.
Ji Geverê ber bi Şemzînan û Oremarê ve tevgera helîkoptaran pêk tê. Li gorî agahiyan helîkopterên ji Geverê radibin li 34'emîn Fermadariya Tugaya Sînor a Şemzînan û 3'yemîn Tabura Komando ya Çiya ya Şemzînan didanin. Helîkopterên ji vir radibin ber bi sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ve leşkeran dibin. Tevgera heklîkopteran a li Şemzînan, Gever û Oremarê berdewam dike.
Li aliyê din wesayîtên zirxî yên Midûriyeta Polîsan a navçeyê jî zêde digerin. Polîs û leşkeran tedbîrên xwe yên ketina navçe û bajaroka Rûbarokê zêde kirin. Li nokteya Pira Xiyal lêgerîna nasname û wesayîtan zêde bû.