Li ser Yuksekovahaberê gefên guleyan
Li ser Yuksekovahaberê gefên guleyan
Li ser Yuksekovahaberê gefên guleyan
Li Colemêrgê 2 guleyên çekên nêçîrê danîn li ber deriyê buroya Rojnameya Nûçeya a Geverê Yuksekovahaberê. Mûdurê Karê Nivîsê yê Yuksekovahaberê Zekî Dara got: “Di xwazin me çavtirsandî bikin.”
Li boruya Yuksekovahaberê a li Colemêrgê ya li avahiya Şimşekler İş Hanê a li qate duwem ji aliyê kes yan jî kesên nasnemeya wan ne hat zanîn ve 2 guleyên çeka nêçîrê danîn li ber deriyê wê. Dema ku Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Nûçeyan a Geverê Zekî Dara û nûçegihan Qadir Kaya di seatên sibehê de hatin li boruyê 2 guleyên li ser merdîvenê danîn dîtin.
Rojnamevanên ku ev ev rewş ragihand polîsan, destnîşan kirin ku nayê zanîn ka kê gule danîne li wir.
Rojnamevan Zekî Dara da diyar kirin ku ji ber nûçeyên ku di dema dawiyê de tên weşandin hinek cizin û got: “ Wek her sibehê dema ku em hatîn li ser karê xwe hinek kesan du guleyên çeka nêçîrê danîne li ber deriyê me. Bi vê yekê dixwazin Rojnameya Nûçeya a Geverê a dengê gelan çavtirsandî bikin. Em dihizirîn ku çavkaniyê vê yekê ji ber hinekî nûçeyên di dema dawiyê de tên belavkirin. Ew yek tê wê waletê ji bo xebat karên Rojnameya Nûçeyan a Geverê bi tirsînin kirîne.”
Polîsên ku hatin boruyê piştî lêkolîn kirin ji buyê veqetiyan.