Li seranserê sînor nuqteyên asayîşê hatin danîn

Li seranserê sînor nuqteyên asayîşê hatin danîn

Ji bo pêşî li desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan bê girtin û xwedî li berxwedana li Kobanê bê derketin, li seranserê 25 kîlometreyên sînorê Pirsûs-Kobanê ev du roj in nobed tê girtin. Bi hezaran kesên ji Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê hatin, li 15 nuqteyên cuda nobedê digirin.

Çalakiya nobedê ya li gundên li ser sînor Edmanîk, Mehser, Zehwan, Kazika, Merdêsimêl, Musik, Kop, Xerebesk, Elîzêr, Perepere, Oxan, Boydê, Hanêrk, Tilwerdan û Siwêdê duh tevahiya şevê nobed hat girtin.

Welatiyên ji Mêrdîn, Edene, Mersîn, Êlih, Colemêrg, Mûş, Erzîrom, Wan û Sêrtê hatin, bi awyekî dorveger li nuqteyên kontrolê nobed girtin.

Li herêmê her wiha nîvê şevê balafirên şer jî di nava tevgerê de bûn. Her wiha çûn û hatina wesayîtên sivîl a li rêya paralelî sînor ku di bin kontrola leşkeran de ye, bal kişand. Vê yekê rê li ber gumana "Ji DAIŞ'ê re cebilxane hatiye veguhastin" vekir û vê tevgera wesayîtên sivîl tevahiya şevê dewam kir.