Li seranserê Skandînavyayê ciwanên Kurd xwe birêxistin dikin
Li seranserê Skandînavyayê ciwanên Kurd xwe birêxistin dikin
Li seranserê Skandînavyayê ciwanên Kurd xwe birêxistin dikin
Ciwanên Kurd ên ku li welatên Skandînavyayê dijîn, li bajarê Swêd Goteborgê hatin li gel hev û li hev kirin ku xebatên ciwanan ên li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê bi rêxistinbûyîneke nû bi hev re werin meşandin.
Ciwanan, ji bo destpêkê Komîteyeke Koordînasyonê damezrandin û Berdevkên xwe yên welatên Skandînavyayê diyar kirin. Ciwan li ser aktîvîteyên xwe yên li welatên Skandînavyayê rawestiyan. Ciwanan di civîna xwe de, êrîş û komkujiyên çete li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê dimeşînin, nirxandin. Biryar hat dayîn ku ji bo teşhîrkirina çeteyan, ragihandina rewşa Rojava li raya giştî ya Skandînavyayê û destekkirina têkoşîna gelê Rojava, gavên berçav werin avêtin.
Ji bo xurtkirina têkoşîna mafdar a gelê Kurd bal hat kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna ciwanên li dîasporayê. Ji bo ev yek were afirandin, xebateke 5 rojan a perwerdeyê hat plankirin.