Li Serêkaniya kesek din jî birîndar bû

Li Serêkaniya kesek din jî birîndar bû

Pevçûnên ku ji şevê din ve li bajarê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê didomin, karkerekî di yekîneya oto ya Şaredariya Serêkaniya Rihayê de peywirdare ji ber guleye li milê wî ket û derbaz bû birîndar bû. Dîsan jî 6 kesên ji komên çete yên di pevçûnên li Serêkaniyê birîndar bûyîn û anîn Serêkaniya Rihayê balkêş bû ku, hewildan rûyê xwe veşêrin.

Li gorî agahiyên ji herêmê Serêkaniyê hatine girtin, hate ragihandin ku di pevçûnên ji şeva din ve berdewam dikin de Taxa El-Ebra bi giştî ketiye destê YPG’ê, her wiha şeva din gelek gule hatin aliyê Serêkaniya Rihayê. Beriya vê jî 4 kesên li Serêkaniya Rihayê ji ber guleyên ji aliyê Serêkaniya Rojava hatîn birîndar bibûn, şeva din jî Xelîl Ertûgrûl yê ku di oto ya şaredariya Serêkaniya Rihayê de peywirdare guleyek hat li milê wî ket. Hate ragihandin ku, rewşa Ertûgrûl xeter nîne.

Beriya vê kesên bi navê M. Alî Tekîn, Silêman Denlî, Ahmet Ozer û Casim Erdemîr ku ji ber guleyên ji aliyê Serêkaniya Rojava hatîn birîndar bibûn.

Şeva din ji ber pevçûnên dijwar yên li Serêkaniyê hate îdîakirin ku, 6 kesên koma çete yên birîndar bibûn û anîn Serêkaniya Rihayê rûyê wan diveşartin. Li aliyê din jî polîsên ku li dewriyeyê digeriyan anonsa “dernekvin kolana” kirin. Vê sibehê jî ji Serêkaniya Rojava dengê sirûdên Kurdî dihat. Pevçûnên li Serêkaniyê hêjan cih cih didomin.