Li Serêkaniya Rihayê zaroka 7 salî birîndar bû
Li Serêkaniya Rihayê zaroka 7 salî birîndar bû
Li Serêkaniya Rihayê zaroka 7 salî birîndar bû
Li navçeya Serêkaniya Rihayê zaroka 7 salî Gamzenur Yildirim bi guleya çeteyên çekdar yên bi piştgiriya dewleta tirk ku 11 rojin li dijî şervanên YPG'ê şer dike , birîndar bû.
Li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê di 11 rojên dawî de şer berdewam dike. Şerê ku duh dest pê kir hêj jî berdewam dike. Ji ber şerê di navbra çeteyên çekdar û şervanên YPG'ê de welatiyên derdorê jî dibin qurbana guleyan. Li navçeya Serêkaniya Rihayê zaroka 7 salî Gamzenur Yildirim bi guleya çeteyên çekdar ên ku 11 rojin li dijî şervanên YPG'ê şer dike û êrîşî sivîlan dike birîndar bû. Zaroka 7 salî Gamzenur Yildirim ya li taxa Mevlana ya Serêkaniya Rihayê dilîst bi guleya ji bin xetêhat birîndar bû.
Yildirim ku ji zikê xwe birîndar bû destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê ji wir ji sewqî Nexeşxaneya 500 Doşek ya Rihayê. Li navçeya Serêkaniya Rihayê polîs bê navber bi maşîneyên zirxî li nava navçeyê tûra di avêjin û destûr nadin welatî li hev kom bibin.
Heta niha zêdeyî 100 çeteyên çekdar hatine kuştin. Dîsa bi guleyên ku ji Serêkaniya binxetê sînor derbaz kirin li navçeya Serêkaniya Rihayê (Serxetê) 6 welatî birîndar bûn. 3 çeteyên çekdar jî li Nexweşxaneyên Dewletê yên Serêkanî û Wêranşarê yên Rihayê mirin.