Li Serêkaniya Rojava agirê Newrozê hate vêxistin

Li Serêkaniya Rojava agirê Newrozê hate vêxistin

Li bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi heman bibû qada şer û pevçûnan, îro bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Di saetên serê sibehê de bi hezaran welatiyan ji hemû taxên bajêr bi cil û bergên xwe yên rengîn berê xwe dan Stadyûma Şehîd Rustem a ku dê pîrozbahî lê bê lidarxistin.

Her wiha hemû esnafan jî deriyên dikanên xwe girtin û berê xwe dan qadê. Komîteya Amadekar a Newrozê li daketina qadê welatiyan pêşwazî dike. Hêzên Asayîşê jî li dora qadê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê girtine. Peywîrdarên ewlehiya Newrozê jî li qadê hatin bicîhkirin.

Piştî ku girse li qadê kom bû, bername saet di 09.30’an de bi rêzgirtin û pêxistina agirê Newrozê destpê kir. Bername bi muzikê dom dike.