Li Serêkaniyê 16 leşker ji ber kaçaxçîtiyê hatin binçavkirin
Li Serêkaniyê 16 leşker ji ber kaçaxçîtiyê hatin binçavkirin
Li Serêkaniyê 16 leşker ji ber kaçaxçîtiyê hatin binçavkirin
Li Serêkaniya Rihayê bi biryara Dozgerê Komarê yê Serêkaniyê di çarçoveya lêpirsîna "kaçaxçîtiyê" de avêt ser Qereqola Cendirmeyan ya Ateşogluyê di encama serdegirtinê de 16 leşker girtin binçavkirin.
Li Serêkaniya Rihayê di çarçoveya lêpirsîna "kaçaxçîtiyê" de bi biryara Dozgerê Komarê yê Serêkaniyê leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Serêkaniyê de avêt ser Qereqola Cendirmeya ya Ateşogluyê ya ku li sînorê Serêkaniya binxetê. Di encama serdegirtinê de 16 leşker hatin binçav kirin. Li gorî agahiyan di serdegitinan de 23 telefonên berîkan û 7 sîm qart hatin desteserkirin û Leşkerên ku hatin binçavkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û dibin kontrola tendirûstiyê de derbas kirin. Hat hînbûn leşkerên ku hatine binçavkirin li Qereqola Gundê Muratliyê tên ragirtin.