Li Serêkaniyê 21 endamên komên çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê 21 endamên komên çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê 21 endamên komên çete hatin kuştin
Di pevçûnên ji duh bi şev ku li Serêkaniyê rudan de 21 çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Cebhet El-Nusra hatin kuştin.
Hate hînbûn ku di pevçûnên şevê din ku li ser riya Til Xelef û Serêkaniyê di navber hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê Cebhet El-Nusra qewimîne 15 çete hatine kuştin. Her wiha îro jî di seatên nîvro de hêzên YPG’ê bersiva topbarana çeteyên El-Nusra dan û di encamê de 6 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Cebhet El-Nsura îro seat di 13.30’an bajarê Serêkaniyê topbaran kirin û hêzên YPG’ê li ser vê yekê navendên komên çete topbaran kirin û di encamê de 6 çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn û wesayîtek doçka hate ruxandin.
Pevçûnên li navbera Til Xelef û Serêkaniyê ku di navber hêzên YPG’ê û çeteyên El-Nusra derketibûn berdewame.