Li Serêkaniyê 40 çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê 40 çete hatin kuştin

Di pevçûnên li derdora Serêkaniyê de ku di navber hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê qewimîne de 40 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên bi dest biketine di pevçûnên ku îro ji saetên sibê li gundên Til Xelaf, Mişrafa, Tiwêmiyê, Esfer Necar û Keşto yên Serêkaniyê qewimîne de derdora 40 endamên komên çete hatine kutştin. Heman çavkanî destnîşan kir ku di pevçûnan de wesayîtek çeteyan jî hetiye ruxandin.

Pevçûn li rojava û başûrê Serêkaniyê dewam dikin.