Li Serêkaniyê 8 endamên komên çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê 8 endamên komên çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê 8 endamên komên çete hatin kuştin
Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra êrîşî gundên derdora Serêkaniyê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Di bersivdayîna YPG’ê de 8 endamên komên çete hatin kuştin û hin ji wan birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din saet di 00.05’an de çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra êrîşî hin gundên nêzî Serêkaniyê kirine û xwestine ber bi bajar ve pêşve biçin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Her wiha şervanên YPG’ê li ser rêya Til Xelef çalakiya bersivdayînê li dijî êrîşkaran pêk anîn, 8 endamên çete hatin kuştin û hin birîndar bûn. Pevçûnên li ser rêya Til Xelef hîn didomin.
Li aliyê di jî komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra êrîşî gundên Dirdara, Hemîd û Çava yên li ser rêya Dirbêsiyê û Hesekê kirine. Lê êrîşkar rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê ya tund hatin û pevçûn derketin. Pevçûnên li van gundan hîn bi dijwarî didome.