Li Serêkaniyê alîkarî hate belavkirin

Li Serêkaniyê alîkarî hate belavkirin

Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind alîkariyên li deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, li bajarê Serêkaniyê belav kir.

Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind belavkirina alîkariyê li Taxa Tişrîn destpê kir. Di derbarê belavkirina alîkariyên ku ji saziyên mirovahî hatibûn Rojavayê Kurdistanê Endama Komîteya Xizmetan Meha Şêxmûs, diyar kir ku, alîkariyên gihiştine wan bê ku tu cudahiyekê bixin navbera welatiyan belav dikin.

Welatiyan ji ber dilsoziya parçeyên Kurdistanê bi Rojavayê Kurdistanê re keyfxweşiya xwe nîşan dan û dan zanîn ku, Komîteya Xizmetan alîkariyê wek hev li ser welatiyan belav dike.