Li Serêkaniyê çalakiya YPG'ê: 20 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê çalakiya YPG'ê: 20 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê çalakiya YPG'ê: 20 çete hatin kuştin
Hêzên YPG'ê di navbera gundên Çafa û Mişrafa yên ser bi Serêkaniyê li dijî komên çete çalakî lidar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 20 endamên komên çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên YPG'ê şevê din saet derdora 02.00'an de li dijî komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El Nusra çalakiyek lidar xistin.
Hate ragihandin ku çalakî li hemberî nuqteyên komên çekdar ên di navbera gundên Mişrafa û Çafa de pêk hat. Li gorî çavkaniyên YPG'ê di çalakiyê de 20 endamên komên çete hatin kuştin û wesatiyek doçka li ser hebû, hatin kuştin.