Li Serêkaniyê çeteyan bi dehan wendahî dan
Li Serêkaniyê çeteyan bi dehan wendahî dan
Li Serêkaniyê çeteyan bi dehan wendahî dan
Pevçûnên ku duh êvarê di navbera YPG’ê û komên çete de li derdora gundên Çava, Derdarê û Hemîd de rû dan, îro danê sibehê bi dijwarî dewam kirin. Li gorî çavkaniyên YPG’ê bi dehan endamên komên çete hatine kuştin.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku duh êvarê komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra êrîşî gundên Çava, Derdar û Hemîd ên 7 km li rojhilatê Serêkaniyê ne kirine. Di encama bersivdayîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûnên dijwar rû dane.
Li gorî çavkaniyan di pevçûnên ku heta îro danê sibehê bi dijwarî dewam kirin de, bi dehan endamên komên çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Li Esfer Necar û Mişêrfa îro bêdengî heye. Her wiha hate hînbûn ku komên çete bajarê Serêkaniyê û herêma deriyê sînor carcaran topbaran dikin.
Şêniyên gundê Çava piranî ji ola Êzidî ne, ji ber êrîşên komên çete gundê xwe terk kirine û koçber bûne. Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên dawî de komên çete bê navber êrîşî gundên Êzîdiyan ên Rojava dikin.