Li Serêkaniyê de 34 endamên komên çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê de 34 endamên komên çete hatin kuştin

Di pevçûnên ku îro li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra de rû dan zêdetirî 34 endamên komên çete hatin kuştin. Di pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê û şervaneke YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçûnên ku îro di saetên sibehê de li ser rêya Til Xelef û Serêkaniyê de qewimîn de, komên çete çekên giran û tank bi kar anîn.

Hate gotin ku di pevçûnên heta saetên êvarê dom kirin de, di navbera saetên 18.00 û 19.00’an de dijwar bûn. Hate destnîşankirin ku di encama pevçûnên ku hîn jî cih bi cih dom dikin de zêdetirî 34 êrîşkar hatin kuştin. Di van pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê û şervaneke YPJ’ê jî jiyana xwe ji dest dan.

Di pevçûnan de her wiha şervanên YPG’ê gelek maddeyên teqemeniyê desteser kirin û tankek jî derb kirin.