Li Serêkaniyê de 4 emîr 35 endamên komên çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê de 4 emîr 35 endamên komên çete hatin kuştin

Hate diyarkirin ku di encama şerê di navbera YPG û çeteyên Eniya El Nusra de 4 jê emîrên wan, 35 endamên komên çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine girtin, duh di encama şerê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Eniya El Nusra de 4 jê emîr 35 endamên çeteyên El Nusrayê hatine kuştin. Hate ragihandin ku li heremê dengê topan tê û çeteyan gelek wendahiyên giran dane.

Di 16'ê Tebaxê de çeteyên El Nusra êrîşî Serêkaniyê kiribûn û rastî berxwedana YPG'ê hatibû. Endamên çeteyên ku gelek derbeyên giran ji YPG'ê xwarine, niha li derdora Gundê Til Xelef a dikeva aliyê Başûrê Serêkaniyê bi cih bûne û êrîşên xwe ji vir didomînin. Di encama gulebarana çeteyan de heta niha li Serêkaniya Rihayê 4 Kurdan jiyana xwe ji dest daye.