Li Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Efrîn û Hesekê coşa Newrozê

Li Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Efrîn û Hesekê coşa Newrozê

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên Newrozê didomin. Agirê Newrozê her şev li Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Hesekê û Efrînê geş dibe.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê tevî hemû şertên zehmet jî wê Newroz were Pîroz kirin, di çarçoveya pîrozbahiyan de amadekariyên Newrozê hîn didomin, her wiha duh agirê Newrozê li taxên Zerdeşt û Xerabat hate pêxistin û welatiyan şahî li dora agir lidar xistin. Welatiyan dora agir bi al û sembolên kurdî xemilandibûn.

EFRÎN

Li gund û navçeyên Efrînê ev çend rojin bê navber welatî şahiyên Newrozê lidar dixin, duh êvarê li Navçeya Bilbilê bi hezaran kes bi cilên netewî hatin cem hev û agirê Newrozê pêxistin. Li dora agir şahiyeke mezin hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, di şahiyê de Koma Tîrêjên Rojava, Koma Şehîd Bêrîtan, Koma Aram Dîgran, hin hunermendên herêmî stran gotin û govendên folklorî pêşkêş kirin. Şahî heta derengî şevê dirêj kir.

Li Navçeya Raco jî li Dibistana Amadeyî ya jinan, xwendekar li qada Dibistanê hatin cem hev û sirûda Netewî ya Kurdî xwendin, her wiha bê navber sloganên ‘’berxwedana gelên Sûriyeyê’’ silav dikin qîriyan.

HESEKÊ

Di çarçoveyên amadekariyên Newrozê de, duh Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û komîteya amadekar a Newrozê kartên vexwendina Newrozê li hemû Partî û pêkhateyên cuda yên bajêr belavkir.

Li ser vexwendina pêkhateyên bajêr ji bo Newrozê, Mitran Meta Ruhem ê Suryanî Artodoks yê herêma Cizîr û Firatê bi keyfxweşî pêşwaziya vexwendinê kir û cejna Newrozê li hemû kurdan pîroz kir. Mitran balkişand ku, cejna Newrozê wê bibe ronahiyek ji bo hemû gelên cîhanê û got, ev cejin ya me hemûyane.

Di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger bi beşdariya sedan ciwanan meşek li meydana Şehîd Dilbirîn a Taxa Nasra destpê kir û heta Taxa Gundê Miftî meşiyan. Ciwanan sloganên ‘’Rêber Apo’’ silav dikin û ‘’ Doza Yekîtiya Kurdan’’ dikin qîriyan. Di dawiya meşê de ji aliyê ciwanan ve sînevîzyon ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê Koma Tolhildan stranên xwe pêşkêş kirin.

DIRBÊSIYÊ

Li Bajarê Dirbêsiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji beriya hefteyekê dest bi şahiyên Newrozê kiribûn,  şahiyên xwe didomînin.

Li Dirbêsiyê duh êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ber Navenda YPG'ê ya Şehîd Xebat Dêrik, li girê gundên Xenamiyê û Kerbetelî agir pêxistin. Ciwanan li dora agir bi stranên şoreşgerî govend gerandin, ciwanan bê navber sloganên '' Bijî Serok Apo '' û ‘’ Berxwedana YPG'ê ’’ silav dikin qîriyan.