Li Serêkaniyê heta sibehê şer dewam kir
Li Serêkaniyê heta sibehê şer dewam kir
Li Serêkaniyê heta sibehê şer dewam kir
Pevçûnên ku duh di saetên serê sibehê de li dora Serêkaniyê bi êrîşa komên çete re destpê kirin û şevê din saet di 22.00'an de dijwar bûn, heta serê sibehê dom kirin. Di encama pevçûnan de êrîşkarên ku gelek wendahî dan, paşve reviyan. Bendên êrîşkaran ên li ser rêya Til Xelef jî ketin destê YPG'ê.
Komên çete duh di saetên serê sibehê de xwestin bi çekên giran êrîşî Serêkaniyê bikin. Li ser bersivdayîna hêzên YPG'ê pevçûn derketibûn û di nava rojê de jî cih bi cih dom kirin. Şevê din saet derdora 22.00'an de jî pevçûn dijwar bûn û heta saetên serê vê sibehê dom kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di pevçûnên ku li ser rêya Til Xelef rû dan de, komên êrîşkar gelek wendahî dan û paşve reviyan. Bendên êrîşkaran ên ku agir pê ketin jî ketin destê hêzênYPG'ê. Li herêmê bêdengî heye.
Li herêma Girê Spî (Til Ebyad)ê jî şevê din li derdora gundên Camis û Çelbê cih bi cih pevçûnan dom kir. Li herêmên Kobanê, Tirbespiyê û Girkê Legê şevê din bêdengî hebû.