Li Serêkaniyê ji bo çareserkirina ceyranê hewldan didomin
Li Serêkaniyê ji bo çareserkirina ceyranê hewldan didomin
Li Serêkaniyê ji bo çareserkirina ceyranê hewldan didomin
Piştî ku komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra di 17’ê Tîrmehê de ceyrana Serêkaniyê birî, Komîteya Xizmetan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ket nava lêgerînê û hewl dide ku ji navenda Siwêdiyê ceyranê bîne bajêr.
Piştî ku di 17’ê Tîrmehê de komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji bajarê Serêkaniyê hatin derxistin, çeteyên El-Nusra ceyrana bajêr ku ji navenda Mebrûka ya Reqqayê dihat qut kirin. Ji wê demê ve pirsgirêka ceyranê li bajêr didome û bandora neyênî li ser jiyana rojane ya şêniyên bajêr dike.
Bi armanca çareserkirina pirsgirêka ceyranê Komîteya Xizmetan a TEV-DEM’ê ket nava liv û tevgerê. Endamê Komîteya Xizmetan a TEV-DEM Tariq Yezîdî diyar kir ku ev demeke ketine nava hewldanan û dixwazin ceyranê ji navenda Siwêdîkê bînin bajêr.