Li Serêkaniyê ji malbatekê 3 şervanan jiyana xwe ji dest dan

Li Serêkaniyê ji malbatekê 3 şervanan jiyana xwe ji dest dan

Şervanê YPG’ê Ebdulrehman Ehmed Qewas di pevçûnên li Serêkaniyê de, ku di navbera YPG’ê û komên çete de diqewimin li  taxa Ebrê jiyana xwe ji dest da. Tevî Ebdulrehman 3 kes ji malbata Qewas jiyana xwe ji dest dan.

Di  pevçûnên li Serêkaniyê di Taxa Ebrê de rû da dan,  şervanê YPG’ê EbdulrEhman Qewas jiyana xwe ji dest da.

Ebdlrehman  ji  Serêkaniyê ye zewicî  ye û bavê 4 zarokan e. Tevî Ebdulrehman bûn 3 kes ji mala Qewas di pevçûnênli Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.

Beriya çend rojan, ji malbata Qewas Şervanê YPG'ê Ferhad Elî Qewas jiyana xwe ji dest da û birayê wî şervanê YPG'ê Xalid Elî Qewas giran birîndar bûn.

Her wiha, di encama êrîşên komên çete yên mijdara 2012 li ser Serêkaniyê pêk hatin de endamê YPG’ê Ehmed Sîno Qewas jî jiyana xwe ji dest dabû.