Li Serêkaniyê jiyan berbi asayîbûnê ve diçe
Li Serêkaniyê jiyan berbi asayîbûnê ve diçe
Li Serêkaniyê jiyan berbi asayîbûnê ve diçe
Tevî topbaran û ambargoya li ser Serêkaniyê welatî bi awayekî asayî jiyana xwe dikin û dikanên sûka bajêr deriyê xwe vekirine.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ev demeke dirêj rastî êrîş û topbarana komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Cebhet El-Nusra tê, jiyan bi awayekî asayî jî didome. Li aliyekî şer, êrîş û ambargo û li aliyê din jî berxwedan, biratî û jiyana hevbeş bi awayekî asayî didome. Tevî rewşên şer jî şêniyên Serêkaniyê jiyan dikin û diçin ser karê xwe. Hemû dikanên sûkên ku ji ber topbaranê ziyan ne dîtiye vekirîne û tişta ku welatî lê digere li Serêkniyê dibînin.
Li aliyê din jî gelek kesên ku ji ber şer koçberbibûn vedigerin malên xwe û li dijî ambargo û êrîşên çeteya bi îsrar jiyan dikin. Mirov dema diçe serdana Serêkaniyê ji bilî bermahiyên şer û pevçûnan , tirajîdiya jiyana asayî û berxwedana bi îsrara a li dijî êrîşan tê nîşan dan. Di nava sûka bajêr de hemû netew dan û standinê dikin, kirîn û firotinê dikin, tu kes êdî nema hesabê çeteyan dike.
Gelek kesên ku malê wan ji ber şer ziyan dîtiye di karê xwe de kar dikin û ji bo hatina demsala zivistanê amadekariyên xwe dikin. Di çavên kesên ku xaniyên xwe temîr dikin hezkirina jiyanê û israra xwedî derketina li welat tê dîtin.
Li kêleka tirajîdya jiyanê 3 kîlometrî li aliyê Til Xelef pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û komên çete diqewimin, lê ev yek bandorê li jiyana welatiyan nake.