Li Serêkaniyê komên çete welatiyê 68 salî kuştin

Li Serêkaniyê komên çete welatiyê 68 salî kuştin

Li Serêkaniyê komên çekdar li Taxa Mehetê welatiyê Kurd Ehmed Şêx Senan yê 68 salî di mala wî de, destê wî girêdan û ew bi 9 guleyan kuştin.

Welatiyê Kurd Xalid Şêx Senan diyar kir ku, beriya 2 rojan komên çete ku li Taxa Mehetê bi cih bibin bavê wî Ehmed Şêx Senan yê 68 salî ku mala xwe terk nekirbû, girtin destê wî girêdan û bi 9 guleyan ew kuştin. Her wiha Senan da zanîn ku, komên ji aliyê Tirikiyeyê ve ketine Serêkaniyê, hemû pereyên bavê wî û telefona wî ya berîkê dizîne û cenazeyê wî avêtin postexaneya kevin. Her wiha Sînan got: ''Komên çete ku ji Tirkiyeyê ketin bajarê me, welatiyên Kurd digrin û wan dikujin''.