Li Serêkaniyê komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li Serêkaniyê komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li Serêkaniyê komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê tevî hemû zihmetiyan û bermahiyên şer, gelê bajêr bi armanca şermezar kirina salvegera 15'ê sibatê civîna gel lidarxist.
Li Bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê, tevî hemû zihmetiyên jiyanê ku ji ber êrîşên komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersiv dabûn, gelê bajêr bi armanca şermezar kirina 14’mîn salvegera komploya 15'ê Sibatê civîna gel lidarxist. Civîn bi deqîqeyeka rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endama Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfa Hisên axivî û behsa xelekên komployê, her wiha rewşa tecrîda giran ku Ocalan ev 14 salin jiyan dike, kir. Di berdewama axaftina xwe de Hisên behsa rewşa dawî ku Serêkaniyê jiyan destnîşan kir ku, rêça çareserkirna pirsgirêkên ku gelê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jiyandikin, tenê bi projeya Xweseriya Demokratîk a ku çavkaniyên xwe ji fikir û felsefeya Ocalan digrin dibe. Di dawiya axaftina xwe de Hisên komên çete şermezar kir û kesên di berxwedana li Serêkaniyê de jiyan xwe ji destdane bibîranî.
Piştî Hisên Fermandarê tabûra Şehîd Erdal ya YPG'ê Cimşîd Osman axivî û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan silavkir û komploya 15'ê sibatê di salvegera 14'an de şermezar kir. Piştî Osman Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî Îbrahîm axivî û da zanîn ku, ew wek ciwan heta dawî wê li ser felsefeya Ocalan bimeşin û komplogeran vala derbixin. Her wiha Elî komplo şermezar kir û got, ''Komplo li dijî gelê Kurde di şexsê Rêber Apo de pêk hat û hîn hêzên komploger berdewam dikin, lê îradeya gelê Kurd yên ku fikrê Ocalan diparêzin û berxwedana Îmraliyê wê komploger bisernekevin''. Piştî Elî Endamê Encûmena Niştimanî Kurdî Mihemed Salih Etiya axivî û komplo û tecrîda li ser Ocalan şermezarkir.
Di dawiya civînê de koma Mizgîn a Çand û Hunerê şanoyên ku komplo şermezar dikirin pêşkêş kirin.