Li Serêkaniyê maşînekî doçka ya çetan hate rûxandin

Li Serêkaniyê maşînekî doçka ya çetan hate rûxandin

Li Serêkaniyê komên çete yên ku li ser riya bajaroka Til Xelef êrîş pêk anîn, rastî berxwedana YPG'ê hatin. Di encama pevçûnan de wesayîtek ku doçka li ser hebû hate rûxandin û kesên tê de hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çete yên ku li bajaroka Til Xelef ê 4 kîlometreyan dûrî Serêkaniyê ye, saet derdora 21.00'an de êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û şer derketin. Di encama pevçûnan de wesayîtek ku doçka li ser hebû hate rûxandin û kesên di wesayîtê de jî hatin kuştin.

Pevçûna ku derbarê encamên wê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin, cîh bi cîh didome.