Li Serêkaniyê nexweşxane ji nû ve tên vekirin

Li Serêkaniyê nexweşxane ji nû ve tên vekirin

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku piştî şer û pevçûnan demek dirêj nexweşxane hatibûn girtin û gelek alavên wan hatibûn dizîn, ji nû ve tên vekirin.

Li Serêkaniyê piştî pevçûnên bi komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve diketin Rojava re, komek dixtor û ebeyan nexweşxaneyên ku hatibûn talankirin, ji nû ve vedikin. Di vê çarçoveyê de nexweşxaneya taybet a bi navê Selam ku li Taxa El Kenas e û komên çete gelek alavên wê talan kiribûn, ji nû ve hate vekirin.

Li gel kêmbûna derman û lazimiyên tendirustiyê jî, doxtor û xebatkarên nexweşxaneyê li gorî derfetên xwe hewl didin ku pirsgirêkên gel ên tendirustiyê çareser bikin.

Dixtor Mehmud Mihemed bang li hemû dixtoran kir ku erka xwe ya mirovahiyê bicîh bînin û alîkariya wan bikin.