Li Serêkaniyê pevçûn
Li Serêkaniyê pevçûn
Li Serêkaniyê pevçûn
Komên çeteyên Dewleta Îslamî a Iraq û Şamê Cebhet El-Nusra ji aliyê Til Xelef êrîş pêk anîn û di encama bersiv dayîna hêzên YPG’ê de pevçûn derketin. Hate hînbûn ku bi dehan kuştî û birîndarrên komên çete çêbûne û neçar man ku paşda birevin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Cebhet El-Nusra şevêdin ji Til Xelef êrîşî pêk anîn. Hate gotin ku di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de pevçûnên dijwar heta saet 01.00’an dom kir. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên komên çetan çêbûn. Hate hînbûn ku êrîşkaran kuştî û birîndarên xwe li pey xwe hiştin û paşde reviyane.
Hate zanîn ku çeteyên El-Nursra ji gelek aliyan ve êrîş kirin û hêzên YPG’ê li hemû aliyan bersiv dan.