Li Serêkaniyê pevçûnan heta serê sibehê dom kirin

Li Serêkaniyê pevçûnan heta serê sibehê dom kirin

Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra li derdora bajêr heta saetên sibê dom kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin pevçûnên li Serêkaniyê li derdora gundê Keşto ya li rojavayê bajêr û gundên Elok û Çava yên li rojhilatê bajêr bi dijwarî heta saetên sibê dom kirin.

Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku di pevçûnan de bi dehan kuştiyên komên çekdar li derdora gundê Elok dîtine. Di pevçûnên duh êvarê de jî hêzên YPG’ê tangek komên çete derbkirin û piştî ku agir bi tangê ket komên çekdar tang ji cihê pevçûnan birine.