Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê komên çete yên DAIŞ'ê ji 3 aliyan êrîş kirin û xwestin pêş bikevin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û şerên dijwar rûdane. Hate hînbûn kuştî û birîndarên komên çete çêbûne.
Komên çekdar ên Dewlata Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) şevê din saet di 01.30'an de ji aliyê gundên Til Xelef, Keşto û Esfer Necar bi çekên giran êrîşî pak anîn û xwestin pêş bikevin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan êrîşan û pevçûnên dijwar qewimîn. Di pevçûnên ku heta ber destê sibê bi dijwarî dom kirin de kuştî û birîndaran DAIŞ'ê çêbûne. Her wiha piştî berxwedana hêzên YPG'ê komên çete neçar mane xwe vekişînin. Cih bi cih pevçûn dewam dikin.