Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Eniya El Nusra de vê sibê pevçûnên dijxwar rû dan. Di dema şerê dijwar de li aliyê Serêkaniya Serxetê ya Rihayê welatiyê bi navê Ahmet Sayar bi guleya çeteyan bi giranî birîndar bû.
Li Serêkaniyê ku di bin kontrola YPG'ê de ye, piştî êrîşên çeteya Eniya El Nusra vê sibê şerekî dijwar derket. Di şerê ku hîn didome de tang û çekên giran tên bikaranîn. Çeteyên li gundê Tel Xelefê bi cih bûne bi tankê gule berdan avahiya ofîsa dexil a ku ala Desteya Bilind a Kurd li ser heye. Hate hînbûn ku çeteyan êrîş li deriyê sînor ê di bin kontrola YPG'ê de kirine û li hemberî berxwedana YPG'ê li gel bi dehan wendahiyan neçar mane ku paşve bikişin.
Di pevçûnan de tangek komên êrîşkar derb xwar û li cihê pevçûnan maye. Li gorî çavkaniyên YPG’ê komên êrîşkar di cîhazên deng de ji hevdu re gotine ku emîrê wan jî birîndar bûye.
Di dema êrîşên çeteyan de gelek gule ketine aliyê Serêkaniya Serxetê jî. Vê sibê welatiyê bi navê Ahmet Sayar ê 33 salî jî bû hedefa van guleyan û bi giranî birîndar bû. Sayar ji bo dermankirinê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Sayarê ji singa xwe bi giranî birîndar bûye piştî mudaxaleya destpêkê ji vir şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê.
Li Serêkaniyê şaredarî bi hoparloran her tim bang dike ku tu kes ji mala xwe dernekeve. Li navçeyê ji ber pevçûnan jiyan rawestiyaye.