Li Serêkaniyê rengê jiyanê ji nû ve xuya dike
Li Serêkaniyê rengê jiyanê ji nû ve xuya dike
Li Serêkaniyê rengê jiyanê ji nû ve xuya dike
Li Serêkaniyê, piştî ku komên çekdar bi piştgiriya hêzên derve 3 caran êrîş kirin, lê windahiyên mezin dan û di 17’ê Sibatê de peyman hate îmzekirin, li bajar jiyan asayî dibe. Ji welatiyên ku neçar mane ji bajêr koç bikin piraniya xwe vegeriyane. Meclisa Sivîl ku ji hemû pêkhateyên bajêr hatiye avakirin, hewl dide ku di serî de nexweşxane, ewlekarî û ceyran pirsgirêkên girîng çareser dike. Wesayîtên di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de rêwî di anîn û dibirin jî, ji nûve dest bi xizmetê kirine.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, êrîşên komên çekdar di 19’ê Mijdara sala 2012’an de destpê kirin û di 10’ê Kanûna 2012’an û 16’ê Çileya sala 2013’an de dom kir. Piştî van êrîşan komên çekdar windahiyên giran dan û di 17’ê Sibatê de peyman hate îmzekirin. Peymana ku di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad de hate îmzekirin, ji aliyê Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Muxalefeta Suûriyeyê ve jî hate erêkirin. Meclîsa sivîl a ku di encama vê peymanê de hatiye avakirin, hewl dide ku birînên bajêr derman bike.
Li gorî peymanê komên çekdar ên ku ji ber berxwedana YPG’ê û hêzên sivîl neçar man xwe vekişînin herêmên sînor, bi temamî ji bajêr derketine. Meclîsa Sivîl jî dest bi xebatên xwe kiriye. Meclîsa ji 20 kesên nûneriya hemû netewên bajêr dikin pêk tê û ji vana jî 9 kurd, 9 ereb, yek xiristiyan û yek jî çeçen e. Meclîsê bi armanca ji nûve avakirina bajêr, komîteyên wekî, “ewlekarî, şaredarî, xizmet, paqijî, perwerde, tenduristi û çapemenî” ava kirine. Ewlehiya bajêr teslîmî hêzên asayîşê hatiye kirin. Her wiha tê armanckirin ku komîteyên edalet û çandiniyê jî bêne avakirin.
EWLEKARIYA SÎNOR DIDIN MECLÎSÊ
Deriyê sînor ku komên çekdar ji vir derbas dibûn û êrîşî bajar dikin, her wiha pirsgirêka herî girîng a bajêr e jî, dîsa li gorî peymanê wê radestî hêzên asayîşê ku ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê, bê kirin. Komîteya ewlekariyê ya ji aliyê melîsê ve hatiye avakirin, di vê çarçoveyê de amadekariyên xwe didomîne. Piştî ku hêzên asayîşê yên ku dê li sînor bên bicîhkirin hatin amadekirin, wê sînor bikev kontrola meclîsê. Her wiha jiniha û pê de wê kesên ku dê meclîs diyar bike, wê li ser sînor peywîrdar bin.
DI DEMEK NÊZ DE NEXWEŞXANE TÊ VEKIRIN
Yek jî xebatên girîng ên ku meclîs dimeşîne, ji nû ve çêkirina avahiya nexweşxaneyê ku di encama êrîşên komên çekdar de zirarek mezin dîtibû, amûrên wê hatibûn desteserkirin û bijîşk neçar mabûn terk bikine. Xebatên çêkirina avahiyê didomin û tê hedefkirin ku di demeke nêz de bê vekirin. Xizmetên tenduristiyê yên bajêr jî, li avahiyek din têne dayîn. Ji bo ku xizmet neyên rawestîn, bi alîkariya Heyva Sora Kurd û Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê bijîşk jî anîne bajêr.
Li aliyê din xetên ceryanê ku di dema êrîşan de zirarek mezin dîtine jî, dîsa ji aliyê meclîsê ve têne çêkirin. Yekîneyên komîteya xizmetê li cihên cuda yên bajêr xetên ceryanê jinûve çêdikin û ceyranê didin bajêr.
GEL SEDÎ 80 VEGERIYA YE
Piştî ku pevçûn bidawî bûn û peyman hate îmzekirin, ji şêniyên bajêr ku neçar mabûn koçî Bakûrê Kurdistanê û bajarên derdorê bikin, sedî 80 vegeriyane û avahiyên xwe yên zirar dîtine çêdikin. Bi vegera welatiyan re, li bajêr jiyan jî hêdî hêdî asayî dibe. Sûka bajêr ku demek dirêjbû girtî bû, zindîbûnek xuya dike. Esnaf deriyên dikanên xwe vedikin, welatî jî, ji bo ku pêdiviyên xwe bicîh bînin derdikevin bazarê.
Li aliyê din wesayîtên ku di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de rêwî di anîn û dibirin, lê ji ber pevçûnan xizmeta xwe rawestandibûn, jinûve dest bi karê xwe kirine.
‘EMÊ BIRATIYA GELAN JI NÛ VE AVA BIKIN’
Endamê Meclîsa Sivîl ê Xiristiyan Mamosteyê Teqawît Ebdilehed Ebdilehed, bal kişand ku li Serêkaniyê welatiyên ereb, kurd, çerkez, çeçen bêyî ku bikevin bin bandora ferasetên desthilatdariyê bi hevre dijîn û got ku ewê wekî meclîs li gorî vê yekê bajar ji nû ve ava bikin. Ebdilehed, destnîşan kir ku, di encama mudaxeleya hêzên derve de bajar wêran bûye, lê piştî berxwedana hatiye nîşandan, ewê jî wekî meclîs biratiya gelan jinûve ava bikin. Ebdilehed, anî ziman ku ji paqijiyê heta çêkirina avahiyên hilweşiyayî û jinûve vekirina saziyên xizmetê ew ê her cure xizmetê bidin meşandin.
Ebdilehed, da zanîn ku ew ji bo avakirina komîteya edaletê jî dixebitin û got ku ji bilî vê bi armanca piştgiriya şêniyên Serêkaniyê ku bajarekî çandiniyê ye, ewê komîtiya çandiniyê jî ava bikin û ji bo welatiyan derfetan bi afirînin.
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Ebdilehed bal kişand ku, Serêkaniyê bajarekî biçûk, lê dîrokî ye û bibîr xist ku bajar her serdemekê li ser esasê biratiya gelan hatiye birêvebirin. Ebdilehed ji saziyên navnetewî yên alîkariya mirovî jî xwest ku, li gorî vê rastiya bajêr nêzîkahiyekê nîşan bidin û alîkariyê bikin.