Li Serêkaniyê şerên dijwar: 80 çekdar mirin
Li Serêkaniyê şerên dijwar: 80 çekdar mirin
Li Serêkaniyê şerên dijwar: 80 çekdar mirin
Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de ku 2 roj beriya niha piştî komên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî bajêr bûn destpê kiribûn, didomin. Hate ragihandin ku di pevçûnên 3 rojan de zêdetirî 80 endamên komên çekdar hatin kuştin. Di pevçûnên îro de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da. Di peçûnên duh de jî edamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dabû, 4 jî birîndar bibûn.
Pevçûnên ku di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê de li Serêkaniyê roja çarşemê destpê kiribûn, didomin. Di pevçûnên îro ku komên çekdar tank jî bikar anîn de endamê YPG’ê yê bi navê Evdirrehman Silêman ku ji bajarê Serêkaniyê ye jiyana xwe ji dest da. Di pevçûnên duh de jî endamekî YPG’ê yê bi navê Ferhat Elî Qewas jiyana xwe ji dest dabû û 4 jî birîndar bibûn.
ZÊDETIRÎ 80 ENDAMÊN KOMÊN ÇEKDAR HATIN KUŞTIN
Roja çarşemê komên çekdar ên bi navê Ehfad-ı Resul, Ehrar Xwêran û Şuheda El Tahîriye ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî bajêr bûn û êrîşî sivîlan kiribûn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê mudaxele kir û pevçûn derketin. Di pevçûnên ku hîn jî didomin, li gorî agahiyên hatine bidestxistin heta îro zêdetirî 70 endamên komên çekdar hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. Di pevçûnên îro de jî 14 endamên komên çekdar hatin kuştin.
CENAZEYÊN XWE LI DORA OFÎSÊN GENIM DEFIN DIKIN
Hate ragihandin ku komên çekdar cenazeyên xwe li dora ofîsên geniman ên li nêzî sînor defin dikin. Hate gotin ku 150 endamên komên çekdar ev 5 saetin cenazeyên xwe vedişêrin. Komên çekdar birîndarên xwe jî dibin Serêkaniya Serxetê (Ceylanpinar) û li nexweşxaneya dewletê bicîh dikin.
BI TANKAN ÊRÎŞ KIRIN
Li aliyê din komên çekdar dîsa ji aliyê Tirkiyê ve 7 tangk derbasî Serêkaniyê kirin û êrîş kirin. Di encama topbarana tankan de xaniyên gelek welatiyan zirar dîtin. Lê hêzên YPG’ê bi tundî bersiv da van êrîşan. Di van pevçûnan de duh tankek hate ruxandin, îro jî yek hate hilweşandin.
LI SER NAVÊ ENDAMÊN YPG’Ê DIKEVIN MALAN
Komên çekdar ên ku nekarîn biser bikevin, vê carê serî li rêbazên xirêj dan. Şêniyên bajêr destnîşan kirin ku endamên komên çekdar bi alîkariya hevkarên xwe yên herêmî, xwe wekî endamên YPG’ê nîşan didin û dikevin malên welatiyan, piştre jî hewl didin ku wan birevînin. Heta niha 4 welatî ji aliyê van koman ve hatine revandin. Welatiyên ku bi van kesên hanê hesiyan, ew ji taxên xwe qewitandin. Ev rêbaza komên çekdar jî, wekî “Rêbaza dewleta Tirkiyeyê ku li dijî tevgar kurdan bikar tîne ye. Ev rêbaz bi alîkariya Tirkiyeyê tê bikaranîn” hate nirxandin.
KOMÊN ÇEKDAR LI DIJÎ HEV ŞER KIRIN
Li aliyê din hate ragihandin ku komên çekdar, li ber deriyê sînorê Bakûrê Kurdistanê, li ser tiştên ku ji welatiyan stendine di nava xwe de şer kiriye. Derbarê van pevçûnên wan de tu agahiyên zelal nehatin bisdestxistin.
CIWANÊN EREB LI REX YPG’Ê ŞER DIKIN
Piştî ku komên çekdar, bêyî ku cudahiyê bikin her der bombebaran kirin û malên welatiyan talan kirin, şêniyên bajêr nerazîbûnên tund nîşan dan. Şêniyên bajêr li gorî derfetên xwe taxên xwe diparêzin, hinek ciwanên ereb jî tevî çekên xwe li kêleka şervanên YPG\\\'ê li hember komên çekdar şer dikin.