Li Serêkaniyê şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo jiyana xwe ji dest da
Li Serêkaniyê şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo jiyana xwe ji dest da
Li Serêkaniyê şervanê YPG'ê Xebat Qamişlo jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê aşkere kir ku 25’ê çileyê şervanê YPG'ê Firas Dawid bi nasnavê Xebat Qamişlo di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Şervanê wan Fîras Dawid bi nasnav Xebat Qamişlo roja 25’ê çileyê di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da. Navenda Ragihandinê diyar kir ku Xebat Qamişlo di dema ku welatiyên Serêkaniyê ji êrîşên komên çete diparast jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG'ê Fîras Dawid bi nasnavê Xebat Qamişlo, navê bav Behrem, navê dayikê Tirkiya, li gundê Xirbê Gula, 11-9-1980 ji dayik bûye.
Cenazeyê Xebat Qamişlo gihişte bajarê Qamişlo, dê îro saet di11.00 an de ji mizgefta Qasimo bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bispêrin axê.